Namzetên hevserokatiya şaredariya bajarê Reqayê kî ne?

Ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê mezin Reqayê  Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê, Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Avakirin û Pêşxistinê û 4 kesên serbixwe di pêşbaziyê de ne.

Namzetên hevserokatiya şaredariya bajarê Reqayê kî ne?
Namzetên hevserokatiya şaredariya bajarê Reqayê kî ne?
Namzetên hevserokatiya şaredariya bajarê Reqayê kî ne?
Namzetên hevserokatiya şaredariya bajarê Reqayê kî ne?
Namzetên hevserokatiya şaredariya bajarê Reqayê kî ne?
Namzetên hevserokatiya şaredariya bajarê Reqayê kî ne?
Namzetên hevserokatiya şaredariya bajarê Reqayê kî ne?
Namzetên hevserokatiya şaredariya bajarê Reqayê kî ne?
1 hezîran, 2024   06:05
REQA
ENES MIHMED

Piştî ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîsteya namzetan a hilbijartinên şaredariyan ku dê 11’yê Hezîranê pêk werin aşkera kir, hevbendî û partiyên dê tevlî hilbijartinan bibin ket liv û tevgerê û hevbendî hatin avakirin. Hevbendiya herî mezin ku bê beşdarî hilbijartinan bibe Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê ye ku ji 22 partiyên siyasî û rêxistinên jinan pêk tê di 20’ê Gulanê de hate avakirin. Ji partî û rêxistinên sereke yên ku di vê hevbendiyê de cih digirin ev: Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê û Kombûna Jinan a Zenûbiya.

Li kantona Reqayê ku dê hilbijartinên şaredariyan lê pêk werin amadekarî têne kirin.

Ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Mezin a Reqayê ji Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê, Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Avakirin û Pêşxistin û hejmarek kesayetên serbixwe 9 namzet di pêşbirkê de ne.

9 namzetên hevserokatiya şaredariya bajarê mezin a Reqayê kî ne?

Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê Senaa Mistefa El Yûsif û Setam Nayîf El Hesen wekî namzetên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Reqayê diyar kirine.

Senaa Mistefa El Yûsif sala 1990 li bajarê Reqayê ji dayik bûye,  xwendina Wêjeya Erebî li Fakulteya Wêje û Zanistên Mirovî li bajarê Reqayê qedand. Senaa sala 2017’an li Nivîsgeha Diravî ya Navendî ya girêdayî Komîteya Şaredariyên Girê Spî ku ji şaredariyên Eyn Îsa, Hîşe, Cirin û Silûkê pêk tê, dest bi xebatê kir. Niha di xebatê rêxitinkirina komîn û meclisên kantona Reqayê de kar dike.

Setam Nayîf  El Hesen sala 1975’an li bajarê Reqayê jidayik bûye, xwendina xwe li Zanîngeha Helebê Beşa Fakulteya Hiqûq qedandiye. Stam wekî endamê di Partiya Pêşeroja Sûriyeyê de xebatê dike.

Setam Nayîf El Hesen di sala 2018’an de wekî hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Cidêdat xebat da meşandin. Piştî demeke kurt wekî hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Cidêdat hat hilbijartin û di nava 6 mehan de şaredariya bajarokê bi rêve bir. Setam Nayîf El Hesen ji sala 2019’an heta 2022’yan ve wekî serokê Daîrya Sotemeniya ya Kantona Reqayê xebitî û ji 2022’yan heta niha ve wekî Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê kar dimeşîne.

Namzetên Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê mezin ê Reqayê Yehya Fewzî El Mehmûd diyar kir.

Yehya Fewzî El Mehmûd ê ji eşîra El Henada sala 1972’yan de jidayik bûye. Xwendina xwe li Peymangeha Zanistên Olî ya li bajarê Hesekê qedandiye. Di sala 2015’an de li Helebê di avakirina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de kar kir û wekî berdev û serokê nîvisîgeha têkiliyan a kantona Reqayê kar da meşandin. Di dawiya sala 2017’an de wekî sekreterê giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê-Şaxê kantona Tebqayê hat hilbijartin. Niha jî di Saziya Kar û Barên Olî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê de cih digire.

Namzetên Partiya Avakirin û Pêşxistinê

Partiya Avakirin û Pêşxistinê ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê mezin ê Reqayê Îbrahîm Hewarî El Elî diyar kir.

Îbrahîm Hewarî El Elî ji eşîra El Nasir a qebîleya Welda ye sala 1996’an li bajarê Reqayê jidayik bûye. Di sala 2014’an de xwendina bakaloriya beşa wêje qedand. Niha wekî endamekî Partiya Avakirin û Pêşxistinê kar dike.

Namzetên serbixwe yên hevseroketiya şaredariya bajarê Reqayê

Mistefa Mihemed El Omer ku namzetekî serbixwe yê hevseroketiya şaredariya bajarê Reqayê ye, sala 1984'an li Reqayê ji dayik bûye. Di sala 2010'an li Zanîngeha Helebê Beşa Fakulteya Hiqûq xwendin qedandiye. Sala 2018'an jî ji perwerde li Akademiya Edaleta Civakî ya Mezopotamya ya li Qamişlo qedand. Mistefa Mihemed El Omer wekî şêwirmendê Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê  kar meşand û di nava 5 sala de wekî endamê di Komîteya Lihevanînê de cih girtibû. Mistefa Mihemed El Omer ku nivîskar e ne girêdayî tu partiyên siyasî.

Silêman El Xerze namzetekî serbixwe yê hevserokatiya şaredariya bajarê mezin e Reqayê, sala 1973'yan li bajarokê Cezra yê Reqayê ji dayik bûye û xwendina xwe li Fakulteya Hiqûq qedandiye. Silêman El Xerze ne girêdayî tu partiyên siyasî.

Namzetê serbixwe yê hevseroketiya şaredariya bajarê Reqayê Lorens Nayif Bersan ji qebîleya Welda ye,  sala 1971'an li bajarokê Cirniye yê Reqayê ji dayik bûye. Lorens Nayif El Bersan ku li Zanîngeha Amerîkî ya Beyrûtê Beşa Endazyariya Kompîturê xwendiye. Di heman demê de hîndekarekî pispor ê programînga zimanî û pêşxistina mirovî ye û pisporê geşkriina mirovî û pêşxistina îdarî ye. El Bersan yek ji damezirînerên Meclisa Sivîl a Reqayê ye.

Hesen Îbrahîm El Hemedles, namzetekî serbixwe yê hevseroketiya şaredariya bajarê Reqayê ye. Ji eşîra Ceabat a qebîleya Welda ye, 1983'yan li bajarê Reqayê ji dayik bûye. Hesen Îbrahîm El Hemedles xwendina xwe li zanîngeha El Furat Beşa Fakulteya Hiqûq qedand. Di serdema hikumeta Şamê de wek karmend di Daîreya Karûbarên Qanûnî de û serokê gerînendetiya Îstîmlakê ya şaredariya Reqayê de cih girtibû.

 Muhened El Hemed ê ji eşîra  Bû Hemîd a qebîleya Welda yek ji namzetên serbixwe yê hevseroketiya şaredariya bajarê Reqayê ye. Muhened El Hemed sala 1992'yan li Reqayê ji dayik bûye, li Zanîngeha Furat Başa Fakulteya Endazyariya Medenî  qedand. Ji destpêka rizgarkirina Reqayê ve di xebatên şaredariyan de cih girt. Piştre wekî endamê rêveber ê Yekitiya Endazyaran a kantona Reqayê hat hilbijartin û niha di nivîsgeha xwe ya taybet de karê mutehitiyê dike. Muhened El Hemed nebûye endamê tu partiyên siyasî..

(mh/bb)

ANHA