Somalê peymanek leşkerî bi Siûdiyê re îmze kir

Piştî Somalê têkiliyên xwe bi Îmaratê re boykot kirin, bi Erebistana Siûdî re peymaneke leşkerî îmze kir.

Somalê peymanek leşkerî bi Siûdiyê re îmze kir
9 sibat, 2026   18:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Somalê ragihand ku îro bi Erebistana Siûdî re peymaneke leşkerî îmze kiriye. Ev yek di demekê de pêk tê ku herêma Afrîkayê veguherî qada şerê wekaletê ya di navbera dewletên Kendavê de.

Hikumeta Somalê di 12ˊyê Çileyê de tevahî peymanên aborî, ewlehî û parastinê bi Îmaratê re betal kirin û Ebû Debî bi qelskirina serweriya welat û yekitiya wê tohmetbar kir.

Wezareta Parastinê ya Somalê li ser Xˊê nivîsî ku "Wezîrê Parastinê yê Somalê Ehmed Muelêm El Feqî û hempîşeyê wî yê Siûdî mîr Xalid Bin Selman îro peymanek îmze kir."

(fr)