Li Idlibê li dijî nebaşiya xizmetguzarî û paşguhkirinê protesto

Bi sedan xelkê gundewarê Idlibê li dijî saziyên hikumeta demkî protesto kir, daxwaza başkirina rewşa kehrebê, av, rêyan û hesabdayîna kesên kêmasiyan dikin, kir.

Li Idlibê li dijî nebaşiya xizmetguzarî û paşguhkirinê protesto
9 sibat, 2026   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li gundewarê Idlibê, bi taybet jî li bajarokê Dana, li dijî nebaşiya xizmetguzariyê û berdewama paşguhkirina herêmê ji hêla saziyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve, xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Xwepêşandêran daxwaza başkirina xizmetguzariyên bingehîn weke kehrebe, av û rêyan kir, her wiha xwestin ku kesên kêmanî kirin were cezakirin.

Ev xwepêşandan di demekê de Sûriyeyî zehmetiyên kêmbûna xizemetguzariyên bingehîn dikişînin û li hember performansa aliyên eleqedar bi hêrsin pêk tê.

Bi heman sedemê li gele deverên Sûriyeyê, grev û protestoya mamosteyan dewam dike, beşa perwerdehiyê bi temamî felc bûye.

(fr)

ANHA