SOHR: Di rojekê de 18 kes hatin kuştin

Li gorî daneyên SOHR’ê, di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 18 kes li Sûriyeyê hatine kuştin.

SOHR: Di rojekê de 18 kes hatin kuştin
2 hezîran, 2025   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 18 kes ji ber êriş, teqînan û bûyerên tundiyê hatin kuştin.

SOHR’ê der barê mijarê de agahî parve kirine da zanîn, li devera Qetna ya gundewarê Şamê 2 ciwanên Durzî ku 3 roj berê ji aliyê endamên ser bi deshilata Şamê ve hatibûn binçavkirin, hatin qetilkirin, li heman deverê bijîşek ku berî çend rojan bi tawana ku Elewî ye ji aliyê hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê ve hatibû binçavkirin hat kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li bajarê Senemîn ê Derayê jî çekdarên nenas fermandarê berê yê "Artêşa Azad" Mahir El Lebad, kurê wî û ciwanekî din gulebaran kirin û wan kuştin. Li heman bajarî di şerê di navbera du komên çekdar de xwendekarekî zanîngehê hat kuştin.

Hate ragihandin ku li Helebê jî çekdarên nenas ku li motorsîklêtê bûn mamosteyekî zanîngehê ji mezheba ewlehî kuşt, li gundewarê Selemiyê yê rojhilatê Hemayê komek çekdar  ku piştgiriyê dide desthilata Şamê bi ser malekê de girt û kesek qetil kir.

Li bejahiya Tedmurê ya gundewarê rojhilatê Humisê 3 cenaze hatin dîtin, li Şamê jî cenazeyê ciwanek ku zêdetirî mehekê hatibû revandin, hat dîtin.

SOHR’ê her wiha diyar kir ku li bajarokê Mirêiyê yê Dêrazorê 3 zarok ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da, li gundewarê Hemayê jî zarokeke keçîn  demek berê di encama gulebarankirina mala wê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Muntezeh a Laziqiyê jî ji ber nakokiyên li ser pereyan şer derket û di encamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

(bb)