Di êrişên li ser Xezayê de 7 kuştî

Hat zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 7 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Di êrişên li ser Xezayê de 7 kuştî
2 hezîran, 2025   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyên îro yên medyayên Filistînî, di êrişa Îsraîlê ya li nêzî navenda belavkirina alîkariyan a şîrketa Amerîkî ya li rojavayê Refehê 3 kes hatin kuştin û 35 kes birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) duh êvarî ragihandibû ku di êrişa Îsraîlê ya li ser herêma Mewasî ya Xan Yûnisê yek jê zarokeke keçîn 4 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Li gorî daneyan, li Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve piranî jin û zarok 54 hezar û 418 kes hatine kuştin.

(bb)