Li kampa Holê çeteyekî DAIŞ’ê hat girt

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku Tîmên Operasyona Leşkerî (TOL) 31’ê Gulanê operasyonek li kampa Holê li dar xist û çeteyekî DAIŞ’ê girt.

Li kampa Holê çeteyekî DAIŞ’ê hat girt
2 hezîran, 2025   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê operasyona Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) a 31’ê Gulanê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya ku duh (1 Hezîran) hatiye weşandin de ev agahî hatin parvekirin  " Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me Hêzên Sûriyeya roja Şemiyê 31’ê Gulanê operasyonek ewlehiyê ya bibandor li kampa Holê li dar xist. Operasyon bi armanca girtina yek ji endamên ewlehiyê yên girêdayî şaneyeke rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst hat lidarxistin.

Di operasyona ku bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî hat lidarxistin de, terorîstê bi navê Salih Elî Selman Elî hat girtin. Terorîstê ku hat girtin ji Iraqê ye û bi du navan; Ebû Xêrallah û Ebû Awab tê naskirin, beşdarî gelek şerên rêxistina terorîst ên li dijî artêşa Iraqê bibû. Dema ku DAIŞ li Iraqê hat qedandin, ev terorîst hat Sûriyeyê û bi navê ’koçber’ de derbasî kampa Holê bû. Li Holê jî bi sîfeta ’endamekî ewlehiyê’ xebatên xwe bi DAIŞ’ê re domand, ji bo tevlêkirina ciwanan nava DAIŞ’ê dixebitî, agahî li ser kampê û tevgerên şaneyan di hundirê kampê de dida rêxistina terorîst.

Hêzên me teqez dikin ku dê operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî yên li dijî şaneyên rêxistina terorîst bidomînin heta wan ji tune bikin û hawirdora ku lê tevdigerin û çalakiyên terorîst li dijî hêzên me û gelê me pêk tînin, zuha bikin. Em ê rê nedin xirabkirina ewlehiya herêmê û şêniyan."

(bb)

ANHA