SOHR: Di rojekê de 18 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de ji ber êriş, şer, tundî û teqîna bermahiyên şer, 18 kes hatin kuştin.

SOHR: Di rojekê de 18 kes hatin kuştin
22 nîsan, 2025   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 18 kes hatin kuştin.

SOHR’ê diyar kir ku li bajarê Seraqibê yê li rojhilatê Idlibê cenazeyên 7 kesan ku berî 5 salan ji aliyê rejîma Baasê ve hatibûn kuştin, hatine dîtin.

Hate diyarkirin ku li gundê Telîsiyê yê bakurê Hemayê zarokek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer hat kuştin. Li gundê Um Celal ê başûrê Idlibê jî zarokek dema pez diçêrand di encama teqîna mayîneke bermahiyên şer de jiyan xwe ji dest da.

SOHR’ê diyar kir ku ciwanek ji gundê Ceberbûn ê Laziqiyê dema ser kamyoneke barhilgir kar dikir, li nêzî gundê Dêr Etiyê yê li ser rêya Şam-Humsê di rewşeke biguman de jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Ceb El Qibê û taxa Merce yên Heleb ji ber pevçûnên malbatî 2 kes hatin kuştin. Li bajarê Înxil ê bakurê Derayê jî çekdarên nenas kesek kuşt. Li gundê Ereb Ebû Telîse yê rojavayê Hemayê jî du 2 kes ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku li devera Lîwa 137’an a Dêrazorê kesek ji ber teqîna mayînekê hat kuştin, li bajarokê Xeranîc ê Dêrazorê jî dawetekê de gule hatin teqandin, di encamê de kesek hat kuştin. Her wiha li nêzî goristana El Hemdan a El Bukemal a Dêrazorê cenazeyekê jinekê ku bi guleyan hatibû qetilkirin, hat dîtin.

(bb)