SOHR: Di 24 saetan de 8 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de jinek jî di nav de bi kêmanî 8 kes hatin kuştin.

SOHR: Di 24 saetan de 8 kes hatin kuştin
6 adar, 2025   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de jinek jî di nav de 8 kes hatine kuştin.

SOHR’ê der barê mijarê de ev agahî dane, li taxa Weir a bajarê Humisê kesek ji aliyê çekdarên ku îdia dikirin girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ne, hatibû revandin û piştre hat kuştin. Li bajarê Senemîn ê Derayê jî 3 kes ji aliyê komeke çekdar ve hatin kuştin.

SOHR’ê diyar kir ku li bajarê Cerablusê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de çekdarên nenas 4 kes j kuştin.

Li bajarê Kişkiyê yê rojhilatê bajarê Drazorê ji ber nakokiyên li ser diraviyê pevçûn derket. Di encamê de 2 kes hatin kuştin. Li gundê Hisêniyê yê herêma Wahayê cenazeyê jinek ku şopên guleyan lê hebûn, hat dîtin.

(bb)