SOHR: 93 sûriyeyiyên ji Lubnanê vegeriyane hatine girtin

SOHR`ê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê 93 sûriyeyiyên ji Lubnanê vegeriyane, girtine.

SOHR: 93 sûriyeyiyên ji Lubnanê vegeriyane hatine girtin
31 cotmeh, 2024   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka salê ve 93 sûriyeyiyên ji Lubnanê vegeriyane, ji aliyê çekdarên girêdayî "Firqeya 4`an" a bi serokatiya Mahir El Esed ve hatine girtin.

Bendên "Firqeya 4`an" li seranserî sînorên Sûriyeyê-Lubnanê hene. Zêdetirî 15 derî û korîdorên fermî û nefermî hene û hemû jî di bin kontrola "Firqeya 4`an" de ne.

SOHR`ê diyar kir ku bi zêdebûna êrişên Îsraîlê re, beşeke mezin a malbatên sûriyeyî vegeriyan welêt lê kesên ku hikumeta Şamê li wan digere, bi rêya qaçaxçiyan vegerin û pere didin.

Li gorî SOHR`ê hêzên hikumeta Şamê li dijî kesên 6 sal e li derveyî welêt û vedigerin, biryara girtinê derxistiye, ji bo ku li şaxê ewlehiya dewletê ya hejmar 251’an ku bi navê "Şaxê Xatîb" tê naskirin, vegerin.

SOHR’ê diyar kir ku hikumeta Şamê ji bo kesên ku 6 sal e ji welat derketine, xwestiye serî li beşa ewlehiya dewletê ya 251ˈan bidin. Ji ber wê jî sûriyeyî dixwazin bi rêya Rêveberiya Xweser vegerin.

Human Rights Watch (HRW) jî çarşemê raporek weşand û diyar kir ku sûriyeyiyên ji tundiyê reviyane, hikumeta Şamê tehdeyê lê dike û wan direvîne, îşkenceyê li wan dike û hin caran digihêje kuştinê.

Li gorî raporê ji dawiya Îlonê ve, bi sed hezaran sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.

Cîgirê gerînendeya herêma Rojhilata Navîn a HRW`ê Adam Coogle got: "Sûriyeyiyên ji tundiya li Lubnanê direvin neçar dibin ku vegerin Sûriyeyê. Ji ber ku Sûriye ji bo vegera ewle û birûmet ne amade ye. Li welêt guhertin çênebûne ku sedemên koçberiyê çareser bikin."

Li gorî daneyên Heyva Sor a Sûriyeyê 440 hezar kes ji Lubnanê reviyane Sûriyeyê, nêzî 50 hezar û 779 koçber çûne bakur û rojhilatê Sûriyeyê û zêdetirî 6 hezar çûne bakur û rojavayê Sûriyeyê.

 (şx/bb)