SOHR: 93 sivîlên din li perava Sûriyeyê hatin qetilkirin

Bîlançoya qurbaniyên li perava Sûriyeyê bilind dibe. SOHR’ê diyar kir ku îro 93 sivîlên din li perava Sûriyeyê hatin qetilkirin.

SOHR: 93 sivîlên din li perava Sûriyeyê hatin qetilkirin
13 adar, 2025   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku îro 93 sivîlên din li perava Sûriyeyê hatin qetilkirin û bi wê re bîlançoya qurbaniyan bû hezar û 476.

SOHR’ê aşkera kir ku îro 4 komkujiyên din ku li Tartûs, Laziqiyê, Hema û Humsê pêk hatine û di encamê de 93 sivîl bûn qurban, hatin tomarkirin.

Girêdayî mijarê, berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova ragihand ku baregeha Himêmîm a Rûsyayê ya li Laziqiyê nêzî 9 hezar Sûriyeyî ku piraniya wan jin û zarok in, ên ku ji qetilkirin, tundiya li herêmên perava Sûriyeyê revîne, pêşwazî kirin.

Hejmara penaberên Sûriyeyî yên ji perava Sûriyeyê ber bi bakurê Lubnanê ve reviyane, bi taybet jî berê xwe dane herêma Ekar û çiyayê Muhsin ê li Terablusê, nêzî 10 hezar kes e.

(fr)