El Şeri "Danezana Destûrî" îmze kir

Pêşnûmeya "Danezana Destûrî" ji bo qonaxa veguhêz a desthilata Şamê, ku ji pêşgotin û 4 beşan pêk tê, hat îmzekirin.

El Şeri "Danezana Destûrî" îmze kir
13 adar, 2025   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya "Sazkirina Danezana Destûrî" li Sûriyeyê ya ku ji hêla desthilata Şamê ve hatiye erkdarkirin, îro pêşnûme radestî serokkomar Ehmed El Şeri kir û wê jî îmze kir.

Li ser naveroka pêşnûmeyê, endamê komîteyê Ebdulhemîd El Ewak di civîneke çapemeniyê de got pêşnûme ji gelek bendên sereke pêk tê û got ji wan bendan ew e ku qonaxa veguhêz ya desthilata Şamê 5 sal e.

El Ewak anî ziman ku pêşnûme ji pêşgotin û 4 beşan pêk tê û beşa hukmên giştî jî nehat guhertin.

Li gorî El Ewak di danezanê de "kefaleta mafên jinan û azadiya ramanê hene" û diyar kir ku fiqha îsmalê çavkaniya bengehîn a qanûnê ye.

El Ewak destnîşan kir ku di danezanê de tê gotin ku "Mafê Meclisa Nûneran heye ku lêpirsîna wezîran bike û di dema veguhêz de jî desthilata rêveberî di destê serokkomarê de ye.

El Ewak diyar kir ku "desthilata dadweriyê serbixwe ey, dadgehên awarte qedexe ye û dadwerî tenê girêdayî qanûnê ye. Her wiha hat ragihandin ku dadgeha destûrî ya heyî hat fesihkirin û mafê destnîşankirina dadgeha destûrî ya nû ji mafê serokkomar e.