Nûnerê "Cîhad El Îslamî" li Sûriyeyê hedefgirtina sekreterê giştî derewand

Nûnerê Tevgera "Cîhad El Îslamî" li Sûriyeyê Îsmaîl El Sindawî aşkera kir ku Îsraîlê êrişî avahiyeke kevin a li Meşrû Dumer a li Şamê kir û ji hêla sekreterê giştî yê tevgerê Ziyad Nexalê ve nayê bikaranîn.

Nûnerê "Cîhad El Îslamî" li Sûriyeyê hedefgirtina sekreterê giştî derewand
13 adar, 2025   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Tevgera "Cîhad El Îslamî" li Sûriyeyê Îsmaîl El Sindawî ji rojnameya Şerq El Eswet re got îro, piştî danê nîvro avahiya sekreterê giştî yê tevgerê Ziyad Nexalê hat hedefgirtin, ew avahiyeke kevin e û tê de kes tune ye, heta nobedar jî tune ne.

El Sindawî diyar kir ku di encama êrişê de avahiya ji du qatan hat wêrankirin û zirar bi avahiyên derdorê bûn.

Li gorî 2 çavkaniyên ewlehî yên Sûriyeyî ku ji Reuters’ê re axivîne, balafirên Îsraîlê kesekî filistînî hedef girt û ew avahiya ku hatiye hedefgirtin baregeha Tevgera "Cîhad El Îslamî" a Filistînê ye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî got çeka hewayî êrişî Şamê kir û ew nahêlin Sûriyeyê ji bo Îsraîlê bibe gefek. Heta niha jî artêşa Îsraîlê tu daxuyaniyek nedaye, lê nûçegihanê leşkerî ji radyoya artêşa Îsraîlê re daxuyand ku balafirên Îsraîlê baregeha "Cîhad El Îslamî" li Şamê hedef girt.

(fr)