Siyasetmendar Telal Mihemed: Divê dewleta Tirk piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê

Siyasetmendar Telal Mihemed anî ziman ku divê dewleta Tirk bi erênî nêzî vê banga Rêber Abdullah Ocalan bibe û got: " Bila ev bang ji pirsgirêka li Tirkiye re ku temenê zêdetirî sed sal e bibe modela çareseriya demokratîk."

Siyasetmendar Telal Mihemed: Divê dewleta Tirk piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê
12 gulan, 2025   02:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

27’ê Sibata îsal Şandeya DEM Partiyê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kiribû. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku wê di 5-7’ê Gulana îsal de kongreya xwe ya 12’an bi serketî li dar xist û diyar kir ku dê di dema pêş de encamên kongreyê parve bike.

Der barê mijarê de Sekretêrê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed anî ziman ku ji bo serxistina pêvajoyê divê dewleta Tirk gavên pratîkî biavêje.

Telal Mihemd da zanîn ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û di hundirê jiyana civakî û siyasî ya Tirkiyeyê de xwedî girîngiyek e û got: "Rêbertî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û mîsogerkirina mafên gelê Kurd barekî dîrokî û siyasî hilgirtiye ser milê xwe. Banga wî ji bo mîsogerkirina mafên gelên Tikiyeyê û pêkanîna aştiyê di navbra gelên Rojhilata Navîn de ye."

Mihemed îşaret bi vê yekê kir ku beriya her muzakereyeke di navbera dewleta Tirk û hêzên siyasî yên kurdî de divê hin gav bên avêtin û wiha dom da axaftina xwe "Hin gav û rê hene divê werin avêtin, ji wan; divê doza kurdî di hundirê Tirkiyeyê de were naskirin û bi awayekî siyasî û aştiyane were çareserkirin, divê diyalog bi hêzên siyasî û civaka sivîl û PKK’ê re bêne kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî divê garantiyên qanûnî werin pêşkêşkirin. Her wiha divê garantiyên vegera kadroyên PKK’ê li xebata siyasî ya li Tirkiyeyê werin dayîn. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê xebat were meşandin. Azadiya wî gaveke girîng e dê asta amadehiya dewleta Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan bide. Di heman demê de ji bo ku Rêbertî pêvajoya aştiyê bi rêve bibe."

Telal Mihemed diyar kir ku ji bo serxistina pêvajoya aştiyê, di serî de desteserkirina şaredariyan û binavçkirina rojnamevanan divê hemû kiryarên dewleta Tirk werin rawestandin û li pêşiya nûnertiya kurdan di jiyana siyasî ya li Tirkiyeyê de bê vekirin.

Sekretêrê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed banga Rêber Abdullah Ocalan bi "Stratejîk" nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî "Divê dewleta Tirk bi erênî nêzî vê bangê bibe da ku rê li ber çareseriyeke dîrokî vebe ku gelê Tirkiye li bendê ye. Bila ev bang ji pirsgirêka li Tirkiye re ku temenê zêdetirî sed sal e bibe modela çareseriya demokratîk."

(bb)

ANHA