Hozan Mizgîn bi dengê xwe îro jî dibe îlham

Gurbet Aydin anku Hozan Mizgîn di nava gelê Kurd de bi dengê xwe yê zelal tê nasîn. Hozan Mîzgîn ji bo têkoşîna azadiya jinan û hunerê bûye sembol û îro jî dibe îlham.

Hozan Mizgîn bi dengê xwe îro jî dibe îlham
11 gulan, 2025   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di têkoşîna azadiya jinan de jinên Kurd bi pêşengî, fedakarî û cesareta xwe li cîhanê serdemeke nû daye destpêkirin û di vê oxirê de bi hezaran jinên berxwedêr bi ruhekî şoreşgerî û fedakarî di dîrokê de navê xwe nivîsand. 

Yek ji van jinan jî Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) e. Mizgîn bi hunera xwe bû dengê dilê dayik û jinên Kurd.

Hozan Mizgîn huner bi kesayeta xwe ya şoregerî re kir yek û bû pêşenga jinên hunermend. Mizgîn di 1962’yan de li gundê Bileyder ê Êlihê hatiye dinê. Bi deng û hunera xwe di temenê biçûk de li dijî zîhniyeta feodal û polîtîkayên dewletê yên li hember Kurdan bê deng nema.

Mizgîn demekê beriya Darbeya 12’yê Îlona 1980’an a li Tirkiyeyê tev li têkoşîna azadiyê jinên Kurd bûbû û di têkoşînê de aktîf cih girt.

NASNAMEYA WÊ YA ŞOREŞGER

Mizgîn ji bo ku qada hunerê bi rêxistin bike di 1983’yan de diçe Ewropayê û di avakirina Huner-Kom û Yekitiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê (YJWK) de cih digire.

Mizgîn bi sekn û nasnameya xwe ya şoreşger ji bo jinan dibe hêvî û jin bi saya wê li dijî zextan serî hildidin tev li têkoşîna azadiyê dibin. Demeke dirêj li Ewropayê xebatan dimeşîne û piştre berê xwe dide Kurdistanê. Mizgîn li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di xebatan de jî cih digire.

Hozan Mizgîn di 11’ê Gulana 1992’yan de gava dijmin li Tetwanê êrişî ser wê malê dike ku Hozan Mizgîn tê de ye, heta dawiyê şer dike û di dawiyê de jî çalakiya fedaî dike.

BI STRANAN TÊKOŞÎNA JINAN VEJAND  

Hozan Mizgîn bi stranên xwe yên nîştimanî û şoreşgerî bû yek ji damezirînerên hunera kurdî ya resen û rêya têkoşîna şoreşgerî, çandî û leşkerî ji bi hezaran jinan re vekir. Êdî deng û lehengiya Hozan Mizgîn di têkoşîna jinan û stranan de dijî.

Hunermend Mizgîn li hember qirkirina çandî, sekneke dîrokî bi pêş xist û bi stranên xwe yên Çemê Hezil, Gundîno Hawar, Lo Hevalno û Newroz hate naskirin. Îro li Kurdistanê di gelek helbest, stran û kilaman de şopên wê hene. Bi hezaran jin bi navê Mizgînê ber bi refên azadiyê ve meşiyan û di şexsê Hozan Mîzgîn de fermandariya şer û hunera azadiyê mezin kirin.

'ÎRO DIBE ÎLHAM’

Rêber Abdullah Ocalan li ser Hozan Mizgîn dibêje: “Ew keçikek bû ku PKK’ê afirandibû. Di temenê biçûk û ciwan de tev li me bûbû.

Jineke hêjayî PKK’ê bû. Tu car ji xeta PKK’ê dûr neket. Hozan Mizgîn bi şoreşa xwe ji bo îro dibe îlham.”

Hozan Mizgîn ku bi têkoşîna azadiya Kurd dengê xwe yê zelal da bihîstin, ji aliyê hevalên xwe ve jî bi van gotinan tê zanîn; “Mizgîn hem hunermend hem gerîla hem dayik û hem hevrê bû.”