Şagirtên Gulistan Tara: Dema mirov lê mêze dikir mirov jineke têkoşer didît

Rojnamevan Gulistan Tara ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jinên rojnamevan bû zimanê têkoşînê. Şagirtên wê dibêjin “Dema mirov lê mêze dikir, kesayeteke têkoşer, jineke têkoşer didît, wê dixwest em bibin jinên pêşeng û em ê jî li gorî nêrînên wê bin.”

Şagirtên Gulistan Tara: Dema mirov lê mêze dikir mirov jineke têkoşer didît
Şagirtên Gulistan Tara: Dema mirov lê mêze dikir mirov jineke têkoşer didît
Şagirtên Gulistan Tara: Dema mirov lê mêze dikir mirov jineke têkoşer didît
Şagirtên Gulistan Tara: Dema mirov lê mêze dikir mirov jineke têkoşer didît
Şagirtên Gulistan Tara: Dema mirov lê mêze dikir mirov jineke têkoşer didît
Şagirtên Gulistan Tara: Dema mirov lê mêze dikir mirov jineke têkoşer didît
Şagirtên Gulistan Tara: Dema mirov lê mêze dikir mirov jineke têkoşer didît
23 tebax, 2025   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BÊRÎTAN ÎRLAN

Gulistan Tara di 24’ê Çileya 1983’yan de li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de tê dinê. Li Êlihê dibistanên seretayî û navîn dixwîne. Dibistana amedeyî jî heta pola 2’yemîn dixwîne. 

Dema ku Gulistan Tara 13 salî, xwişka wê Ulkem Îsen di girtîgeha dewleta Tirk (girtîgeha Sêwazê) de girtî ye û di wî temenî de her tim diçe serdana xwişka xwe. Hevdîtinên bi xwişka wê re, çûn û hatina girtîgehê şopên kûr û lêhûrbûnan pê re çêdike. Têkoşîna malbata wê hîna di temenê biçûk de bandorê lê dike, Gulistan li ser nasnameya xwe ya kurdî û jinê lêhûrbûnê dike.

Piştî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Gulistan jî wekî bi hezaran ciwanên Kurd bi hemû hêz û enerjiya xwe beşdarî têkoşînê dibe. Di sala 2000’î de beşdarî xebatên çapemeniya azad dibe. Li her çar parçeyên Kurdistanê xebatên çapemeniyê dimeşîne.

BÛ DENGÊ TÊKOŞÎNA JINAN

Gulîstan Tara di sala 2018’an de ji bo xebatên ragihandinê, bi taybet ji bo bibe dengê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî Rojava bû.

Lêhûrbûnên wê yên li ser nasnameya jinan di nava têkoşînê de kûrtir dibin, dixwaze bibe zimanê têkoşîna jinan.

Jinan, ji bo reng û dengê têkoşîna xwe bi cîhanê re parve bikin, di 8’ê Adara 2018’an de JIN TV vekir. Navenda JIN TV li Ewropayê ye, lê li çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê xebatê xwe dimeşîne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Jin Production bernameyan ji JIN TV re çêdike. Gulîstan Tara ji bo dengê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkoşîn û şoreşa wan ji cîhanê re ragihîne beşdarî xebatên Jin Production’ê bû û bû rêveberiya saziyê.

Di destpêka sala 2021’an de dîsa ji bo xebatên ragihandinê derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li Medya Çetirê ya Silêmaniyê dest bi xebatên ragihandinê kir.

Gulîstan Tara û hevalên xwe yên rojanmeger di 23’ê Tebaxa 2024’an de, dema li ser erka xwe bûn ji aliyê balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker ve hatin armancgirtin. Êriş li nêzî gundê Teperreş ê navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê pêk hat. Rojnamevan Gulistan Tara û hevala wê Hêro Bahadîn şehîd ketin û 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn.

‘DEMA EM KAR DIKIN, EM RUHÊ WÊ HÎS DIKIN’

Xebatkara Jin Production’ê Medya Omer ku ji destpêka avakirina kanalê ve lê kar dike û şagirta Gulistan Tara ye, ji ajansa me re axivî.

Medya wiha qala kesayeta Gulistan Tara dike: “Bi hezkirin û hêviyeke mezin beşdarî kar dibû. Li dijî hişmendiya serdestiya mêran têkoşereke mezin bû. Ew ji bo me dîrokek, berxwedêrek bû. Dema te lê mêze dikir, te kesayeteke têkoşer didît.” 

Medya dibêje Gulistan Tara ne tenê di kar de, di rêwîtiya jiyanê de jî mamoste û piştevana wan bû, kesayeta wan dida avakirin.

Medya qala roja ku Gulistan Tara ji cem wan çûye dike û dibêje: “Ji bo me pir û pir zehmet bû. Valahiyeke mezin çêbû. Lê her tim bi me re di nava têkiliyê de bû, her tim digot ez li gel we me. Ew ji bo me fikrek bû.”

Medya roja şehadeta Gulistan Tara wiha bi bîr tîne: “Wê rojê jiyana me rawestiya. Me windahiyeke pir buha da. Hem wek jin hem wek rojnameger. Dibe ku bi awayê fîzîkî ne li gel me be, lê ruhê wê yê têkoşer li vir e. Dema em kar dikin em hîs dikin ku li gel me ye. Bi dehan şagirtên wê hene, em ê têkoşîna jinan a wê fêrî me kiriye, bidomînin û dê fikir, pênûs û kameraya wê nesekine.”

‘EM Ê LI GORÎ NÊRÎNA WÊ BIN’

 Xebatkara Jin Production’ê Zelal Çeto jî ku di dawiya 2019’an de dest bi xebatê kiriye, wiha qala keda Gulistan Tara dike: “Dema min dest bi kar kir cara yekemîn min ew nas kir. Wê hişt ku ez bigihêjim vê astê. Ez fêrî gelek tiştan kirim. Ji derveyî karê ragihandinê, ez dikarim bêjim ez fêrî jiyanê kirim.”

Zelal dibêje: “Heval Gulistan jineke pêşeng bû. Ji me dixwest ku em jî bibin jinên bihêz, rojnamegerên bihêz û pêşengên civaka xwe. Em ê jî li gorî nêrîna wê bin.” 

BI DIRUŞMA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ HAT DEFINKIRIN

Gulistan Tara di 30’ê Tebaxa 2024’an de, li ser milê gel û hevalên xwe, bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ li bajarê xwe Êlihê hat definkirin.

Di 3’ê Adar 2025’an de Komîna Belgefilm a Gulîstan Tara hat vekirin û hîn jî xebatên xwe dimeşîne.

ROJNAMEBER HÊRO BAHADÎN

Hêro Bahadîn di sala 1992’an de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk dibe. Lê malbata wê bi eslê xwe ji herêma Germayan a Başûrê Kurdistanê ye. Ji 7 xwişk û birayan a 3’emîn e. Piştî dibistana seretayî, navîn û amedeyî, li bajarê Silêmaniyê beşa endazyariyê diqedîne. Di sala 2017’an de li Medya Çetirê ya Silêmaniyê dest bi xebatên ragihandinê dike. Bi hezkirinek mezin 7 salan di xebatên prodoksiyonê de kar dike. Di 23’ê Tebaxa 2024’an de bi Gulîstan Tara re li Silêmaniyê di encam êrişa dewleta Tirk de şehîd dikeve.

(fr)

ANHA