Siyasetmedaran banga piştevaniya zêdetir ji bo Sûriyeyiyan kirin 

Siyasetmedarên Kurd rakirina sizayan li ser Sûriyeyê weke gaveke girîng dibînin, lê ji bo avakirina dewleteke piralî ku mafên hemû pêkhateyan biparêze û beşdariya jinan di siberoja Sûriyeyê de misoger bike heta niha piştgiriya naveteweyî ne têrkere.

Siyasetmedaran banga piştevaniya zêdetir ji bo Sûriyeyiyan kirin 
30 gulan, 2025   22:31
QAMIŞLO

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS’ê panêleke giştî li ofîsa xwe ya herêmî li Tirbespiyê li dar xist, tê de pêşketinên siyasî yên dawîn li Sûriyeyê û encamên Konferansa Yekrêziya Kurdî nîqaş kirin.

çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre Endamê Desteya serokatiya ENKS`ê Nimet Dawûd bal kişand ser bêedaletiya dîrokî ya gelê Kurd li Sûriyeyê rastî wê hatiye, bi taybetî di serdema Beisê de.

Nimet Dawûd diyar kir ku şoreşa Sûriyeyê ji aliyê rêjîmê ve rastî zordestiyeke tund hat, paşê jî hêzên navnetewî piştgirya endamên Cebuhet el Nusra kirin, di encamê de piştî 12 rojan rêjîm hate rûxandin, Cebuhet el Nusra navê xwe kir Heyet Tehrîr El Şam.

Di derbarê rakirina sizayan li ser gelê Sûriyeyê, Dawûd tekez kir ku piştgiriya navnetweyî têrê nake ji bo damezrandina dewleteke piralî ku mafên pêkhateyan biparêze û destûreke lihevkirinê ava bike.

Nimet Dawûd li ser rewşa Kurdan û banga Rêber Abdullah Ocalan jî axivî û got ku ew bang dê bibe egera dawîkirina nakokiyên li Rojhilata navîn, her wiha dê bandora wê ya erênî li ser yekitiya Kurdan li Rojava jî hebe, her wiha tekez kir ku divê şer bi dawî bibe û rûpela aştiyê vebe .

Her wiha tekez kir ku yekrêziya Kurdî ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve erênî hatiye pêşwazîkirin, û hewlên berdewam hene ji bo danûstandinên li gel desthilata Şamê ji bo gihiştina formulekê ku mafên gelê Kurd biparêze. 

Paşê destûr ji bo kesên hazir hate dayîn ku nêrînên xwe bêjin, kesên hazir bal kişandin ser giraniya qonaxa niha ya ku Sûriyeyê têre derbas dibe û banga xebata ji bo lihevhatina niştimanî kirin. 

(ac)

ANHA