CPT: Artêşa Tirk 128 caran êrişî xaka Herêma Kurdistanê kiriye

Endamê Tîma CPT ya Amerîkî Kameran Osman eşkere kir ku di heftiya borî de artêşa Tirk a dagirker 128 caran êrişî ser xaka Herêma Kurdistanê kiriye hemû birêya topbaranê hatine kirin. Her wiha diyar kir ku 83 caran Çiyayê Nizarkê û 45 caran jî herêma Ber-Garê hatiye topbarankirin.

CPT: Artêşa Tirk 128 caran êrişî xaka Herêma Kurdistanê kiriye
30 gulan, 2025   22:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Tîma Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman îro têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker bo ser Herêmên Parastina Medya yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Di roja 24’ê Gulanê de artêşa Tirk a Tirk 83 caran êrişî ser Çiyayê Nizarkê yê devera bajarokê Şêladizê yê ser bi navçeya Amêdiya parêzgeha Duhokê kiriye. Hemû êriş li dijî deverek diyarkirî hatin kirin û hemû rojan bi rêya topbaranê ev devere hatiye topbarankirin.

Di heman demê de, di nava heftiya borî de artêşa Tirk a dagirker 45 caran gundên herêma Ber Garê yê dikeve sînorê bajarokê Dêrelokê yê ser bi Amêdiyê ve bombebaran kirin.

Bi awayek giştî, di heftiya borî de artêşa Tirk a dagirker 128 caran bi rêya topbaranê êrişî ser xaka Herêma Kurdistanê kiriye.”