Siyasetmedar Xiyas Niêsa: Welat têk diçe û modela Rêveberiya Xweser hêviya dawîn e

Siyasetmedar Xiyas Niêsa da zanîn ku Sûriye ketiye qonaxeke nû ya paşketina siyasî û civakî û hikumeta veguhêz ji ber kûrkirina parçebûna mezhebî û xirabbûna şert û mercên jiyanê tewanbar kir.

Siyasetmedar Xiyas Niêsa: Welat têk diçe û modela Rêveberiya Xweser hêviya dawîn e
27 tîrmeh, 2025   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê sûriyeyî Xiyas Niêsa ji ajansa me re axivî û diyar kir ku rewşa Sûriyeyê û ya gelê Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma berê xirabtir bûye, Ji ber ku desthilata nû anku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) komeke cîhadîst a li dijê hêzên şoreşê ye, lewma baweriya xelkê bi wê desthilatdariyê nîn e.

Xiyas Niêşa destnîşan kir ku HRŞ`ê li gotî hin lihevhtin û rêkeftinên herêmî û navneteweyî hat ser desthilatdariyê li Şamê. Lêbelê ew zû bo hêzeke otorîter, bêyî ku bi aliyên din ên Sûriyeyê re şêwirê bike, ji bo pênc salan serokekî veguhêz ji bo Sûriyeyê destnîşan kir. Ev pêvajoya veguhêz “ne wekî ya tu welatên din ê cîhanê ye.”

REJÎMEKE NÛ YA OTORÎTER

Niêsa got ya hîn xirabtir derxistina danezana destûrî ya nedemokratîk bû ku desthilatdarî di destên Ehmed El Şarii de kom kir û desthilatên ku ji yên "dîktatorê berê Beşar Esed" mezintir xistin destên wî û got: "Vê rejîmê ne tenê zordarî kir, lê belê li dijî civakên olî komkujiyên mezin pêk anîn, ji Elewiyên li peravê dest pê kir, heta Eşrefiyet Sahnaya, teqîna li Dêra Mar Ilyas û heta komkujiyên li dijî Durziyên li."

SORKIRINEKE MEZHEBÎ Û ŞOVENÎST LI DIJÎ KURDAN

Niêşa tiştek balkêş anî ziman, tevî ku serokwezîrê hikumeta veguhêz li Sûriyeyê peymanek bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re îmze kir, lê wê dev ji sorkirina li dijî rêveberiya xweser û gelê Kurd bernedaye, berê xwe daye gotareke "mezhebî û şovenîst a dijwar". Wî hişyarî da ku ev polîtîka dikarin bibin sedema pevçûnên nexweyî ên nû.

TÊKÇÛNA ABORÎ

Niêsa sozên hikumeta veguhêz li Sûriyeyê ku dibêje ew ê Sûriyeyê bike Sîngapûr, wek pêkenok bi nav kir û got ku welat ber bi modela "Efganistana Talîbanê" ve diçe, ji ber krîza jiyanê ya xerab û nebûna tu destkeftiyên girîng ên aborî û îdarî.

Niêsa got eger ev "hikumeta mezhebî" dewam bike, dê welat ber bi şerekî navxweyî yê wêranker ve biçe, lewma pir girîng e ku ev hikumet nemîne.

NÎŞANEYÊN ALTERNATÎFEKE DEMOKRATÎK A BI PÊŞENGIYA HÊZÊN SIVÎL

Li ser rewşa jeopolîtîk, Niêsa destnîşan kir ku hin welatên "ku piştgirî dan Hay'at Tahrîr El Şam fêm kirin ku ew nikare hikumete aram ava bike, ji xwezaya wê ya milîswarî û mezhebî. Lewma ev kom êdî bi kêr nayê pêvajoya veguhêz a aram bi rê ve bibe.

Di hundir de jî, çawisandin û komkujiyan hişt ku piştgiriya hikumeta veguhêz nemîne, heta di nava civaka sunnî bi xwe de jî, ku ew jî naxwaze “fikra Wehhabî” li ser wan were ferzkirin.

Wî da zanîn ku hêzên siyasî û civakî yên demokratîk li deverên di bin desthilat hikumeta veguhêz de xwe birêxistin dikin, ji bo avakirina alternatîfek siyasî ku nûnertiya hemû Sûriyeyiyan bike.

Li gorî Niêsa modela rêveberiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare qonaxa veguhêz bi rê ve bibe û got: "Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî, kesayetek pêbawer û xwedî ezmûn e ku ji bo rêberiya qonaxa veguhêz, bi hevkariya hêzên din ên demokratîk, pêkhatî ye. Ev model dikare Sûriyeyiyan razî bike, komkujî û parçebûnê rawestîne, û rêyekê ji bo siberojeke baştir veke."

RÊVEBERIYA XWESER; MODELA ÇARESERIYÊ

Der barê şêwaza rêveberiyê ya herî baş bo siberoja Sûriyeyê Nisêsa got pergala navendî têk çû, lewma şêwaz guncaw ew e ku modelek nenavendî û demokratîk were avakirin ku herêm karibin di bin siya yek dewletê de kar û barên xwe bi rêve bibin.

Niêsa destnîşan kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser, tevî zehmetiyan jî, modeleke guncaw e, dikare botevayî Sûriyeyê were pêkanîn, ji ber ku ew pirrengiya li Sûriyeyê li ber çavan digire, ji bo pirsgirêkên neteweyî û mezhebî çarseriyên afrêner pêşkêş dike, û wekhevî, edalet û azadî ji bo hemû sûriyeyiyan pêk tîne.

(k)

ANHA