Pirsgirêka Qamişlo ya çopê: derfet kêm e, bar girane

Li bajarê Qamişlo rojê derdora 320 ton çop (gilêş) derdikeve, lê Şaredarî bi 37 wesayitan nikare ji bin vî barî derkeve. Welatî bi gazincin, lê di nava civakê de pêşneketina ferasta paqijiyê jî karê Şaredariyê girantir dike.

27 tîrmeh, 2025   06:35
QAMIŞLO
SILAVA EBDULREHMAN

Bajarê Qamişlo yek ji bajarên herî mezin ên Kantona Cizîrê ye. Di salên şoreşê de (ji 2012`an heta niha) ji herêmên Sûriyeyê yên bi aloz bi hezarana kesan koçî bajêr kiriye, lewma hejmara şêniyan qasî du qat zêde bûye. Heta niha rêjeyek fermî nehatiye diyarkirin, lê li gorî rêveberiya şaredariyê nêzî milyonek însan li bajar dijîn. 

Ev rewş li bajarê ku binesazî û plansaziya wê li gorî 40 sal berê hatiye çêkirin, dibe sedema pirsgirêkên jiyanî.

Pirsgirêka sereke paqijî û çopa ku rojane li kolanan kom dibe ye. Li gelek kolanên bajêr çop dikeve ser hev, hem dîmenek nexweş derdixîne holê û hem jî di germahiya havînê de rê li ber nexweşiyan vedike. Lewma gel bi gazince.

Welatiyê bi navê Ebdulezîz Ehmed ê ji taxa Hilêliyê dibêje ku li ber deriyê dikana wan çop dikeve ser hev, bi bandora germa havînê jî bêhneke nexweş derdikeve û ev jî bandorê li tenduristiya wan dike. Ebdulezîz diyar kir ku ji ber bêhnê bi wî re hesasiyet çêbûye, çûye nexweşxaneyê û niha dermanan bikartîne.

Ebdulezîz got ku milet jî ne baldar e, çopa xwe davêjin kolanê.

SEDEM ÇI YE?

Li ser vê mijarê me welatî guhdar kirin, li aliyê din bi rayedarên Şaredariyê re hevdîtin çêkir û xwest rewşê û hewildanên fêr bibin.

Endamê Rêveberiya Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Qamişlo Mehdî Eqîl têkildarî mijarê agahî dan ANHA’yê. Ji nirxandinên Mehdî tê fêmkirin ku şaredarî jî, ji ber rewşa heyî nerehet e.

20 TON LI ERDÊ DIMÎNE

Li gorî Mehdî, rojê di navbera 250 û 300 tonan de çop li bajar kom dibe. Ekîbên şaredariyê heta niha tenê bi 33 wesayîtan û 270 endaman vê çopê kom dike. Lê ji 4 wesayît xirabe ne û niha li sînaa tên temîrkirin. 

Ev ekîp hewl didin ku tevahiya çopên li sûka bajar, kolanên sereke yên wekî kolana Amûdê, Minur Hebîb, rêya hawirdorê ya bajar, 9 nexweşxane, 13 tax û çend gundên li nêzî bajar kom bikin. Lê derfetên wan têrî nakin û rojê derdora 20 ton çop li nikare were komkirin. 

PLANSAZIYA LI GORÎ DERFETAN

Ji ber bê derfetiyê her roj çopa tevahiya bajar nayê komkirin. Lewma rêveberiya beşa paqijiyê plan derxistiye ku kêmasiyan daxin asta jêr. Li gorî plansaziyê ekîbên şaredariyê sergoyên sûka bajar, kolanên Amûdê, Minûr Hebîn û nexweşxaneyan rojane paqij dikin.

Li taxan jî her 3 rojan carekê çop tê komkirin. Rojên komkirinê çopa taxan jî hatine diyarkirin. Li gorî vê rojên hilanîna çopên taxan wiha ne:  

Şemî: Taxên Hilêliyê, Wista û Siyahî 

Duşem: Enteriyê, Cudî, Sînaa, Erbewiyê

Çarşem: Kornîş, Cirnik, Qudurbeg, Aşuriyê û Muwezefîn

HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ: 7 WESAYITÊN NÛ

Şaredariyê, li aliyekê jî hewl dide ku derfetên xwe zêdetir bike û rojane tevahiya bajar paqij bike. Mihdî Eqîl destnîşan kir ku wan 7 wesayîtên nû yên komkirina çopê stendine û wê tevlî karwanê beşa paqijiyê werin kirin.  Mihdî got ku ew ê 35 karkeran jî bigirin kar.

BELAVKIRINA HIŞMENDIYA PAQIJIYÊ Û HIŞYARIYÊN JI BO WELATIYAN

Li gorî Mihdî Eqîl, sedemek din a qirêjkirina derdorê jî, kêmasiya hişmeniya paqijiyê ye. Mihdî dibêje ku welatî, malbat û xwediyên kargehan di vê mijarê de baldar nîn in û destekê nadin şaredariyê.

Mihdî da zanîn ku li tevahiya bajar 323 konteynirên (Zibildank) çopê bicîh kirine. Dîsa heta 450 belavokên hişyarî û baldariyê belav kirine, lê dîsa jî baldariya pêwîst nayê nîşandan; çop bê serûber tê avêtin.

Mihdî anî ziman ku li hemberî binpêkirinan ew di çarçoveya yasaya şaredariyê de wan heta niha 125 cezayê pereyan birîne. Ceza jî, ji 200 hezar lîreyên Suriyeyê destpê dike.

Mihdî Eqil ji welatiyan xwest ku alîkariya wan bikin, çopên xwe bê serûber ne avêjin kolanan û di rojên komkirina çopê de bibin cihên komkirinê.

WELATÎ: BERPIRSYARÎ JI KESAN DESTPÊ DIKE

Ebdulkerîm Ebdullah da zanîn ku paqijî tenê erka şaredariyê nîn e, erka tevahiya civakê ye. Ebdulkerîm bal kişand ku avakirina civakê ji berpirsyariya kesekê destpê dike û got: “Li cem mala me yarîgeha sporê ya bi navê Elî Zênal heye. Zarok li wir dilîstin. Beriya salekê kesekî miteahid çopa xwe avêt wir û piştre jî her kesê çopa xwe avêt. Niha bûye cihê çopê. Min serî li şaredariyê da û xwest ku mudaxele bikin, lê heta niha encamp nehatiye girtin. Divê li ser van mijaran were rawestîn.”  

Mijara qirêjkirina yarîgehê me ji Mihdî Eqîl pirs kir. Mihdî diyar kir ku haya wan ji wê mijarê heye, li ser disekinin, lê pêwîstî bi derfet û demê heye, ew ê tişta pêwîst bikin.

(a)

ANHA