Li kantona Firat û bajarê Helebê şehîd Viyan Amara hate bibîranîn

Şêniyên kantona Firatê û bajarê Helebê şehîd û mamostaya zimanê Kurdî Viyan Amara di salvegera şehadeta wê ya 12’emîn de bi bîr anîn.

Li kantona Firat û bajarê Helebê şehîd Viyan Amara hate bibîranîn
Li kantona Firat û bajarê Helebê şehîd Viyan Amara hate bibîranîn
Li kantona Firat û bajarê Helebê şehîd Viyan Amara hate bibîranîn
Li kantona Firat û bajarê Helebê şehîd Viyan Amara hate bibîranîn
Li kantona Firat û bajarê Helebê şehîd Viyan Amara hate bibîranîn
Li kantona Firat û bajarê Helebê şehîd Viyan Amara hate bibîranîn
Li kantona Firat û bajarê Helebê şehîd Viyan Amara hate bibîranîn
Li kantona Firat û bajarê Helebê şehîd Viyan Amara hate bibîranîn
26 tîrmeh, 2025   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 12`emîn a şehadeta têkoşer û mamosteya zimanê Kurdî Viyan Amara (Sîvîm Kaya) de, li Kobanî û Helebê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Di merasîmê de daxuyanî hate xwendin, ku balkişand ser berxwedan û beşdariya wê di perwerde û têkoşîna azadiya gelê wê de.

Li Kobanê, Rêveberiya Perwerdehiyê ya kantona Firatê merasîmeke bîranînê li Navenda Perwerdehiyê ya Şehîd Dîcle ya başûrê bajêr li dar xist.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Perwerdeyê Ednan Hesen axivî û diyar kir ku şehîd Viyana xwe mamosteya destpêk û dawî didît, baweriya xwe bi girîngiya nasname û perwerdeyê dianî û dema ku rewş pêwîst dikir, bêyî ku dev ji mîsyona xwe ya perwerdehî berde, çek hildigirt.

Ednan Hesen soz da ku dê di rêya wê de berdewam bikin heya bidestxistina armancên wê û şehîdan.

Li Helebê, bi amadebûna xwendekar, Desteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li goristana Şehîdên Berxwedanê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Viyan Amara di 26’ê Tîrmeha 2013’an de li gundê Kendal ê rojhilatê Kobanê, dema ku li dijî çeteyên bi navê "Cebhet El Nusra" şer kir, şehîd bû.

Di daxuyaniyê de, ji zarokatiya wê heta tevlîbûna wê nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de di sala 1999’an de, heta xebata wê di saziyên zanistî û fikirî de, her wiha beşdariya wê di werger û perwerdeyê de, bi taybetî li kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), zinefizyonek hate pêşandan.

Di dawiya merasîma her du bajaran de silogana ‘’şehîd namirin, şehîd zindî’’ ne hate berzkirin.

(ac/şx)

ANHA

HELEB

KOBANÊ