Jinan soza domandina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan da

Jinên ji Amûdê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ew ê "heta ku Rêber Ocalan di nava gel de bibînin têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Jinan soza domandina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan da
12 kanûn, 2025   03:39
AMÛDA

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin tevî banga wî ya ji bo aştî û civakeke demokratîk jî dewam dike. Lê têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî jî her ku diçe geş dibe. Jinên ji Amûdê têkildarî mijarê axivîn.

Jina bi navê Nazdar Derwîş diyar kir ku şoreşa Rojava bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wek "şoreşa jinan" hatiye nasîn. Nazdarê got: "Tiştê ku em dikin ne bes e ku em berdêla têkoşîna Rêber Apo û şoreşê bidin. Divê em têkoşîn û berxwedana xwe zêde bikin û li meydanan bimînin. Rêber Apo gelek tişt daye jinan û azadiya wan, û bêyî azadiya wî ya fîzîkî, aştî pêk nayê. Azadiya jinan bi azadiya rêberê me dest pê dike."

Jina bi navê Fasla Silêman jî bang li jinên cîhanê kir ku daxwazên xwe yên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin yek û got: "Rêberê me em gihandine vê astê û ji bo azadiya jinan tê dikoşe. Erka her jinê ye ku ji bo azadiya xwe ya fîzîkî têbkoşe. Wî banga aştiyê kiriye û ji bo pêkanîna wê têkoşîn û berxwedanê didomîne. Dema bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber hatiye. Em ê heta ku wî di nav xwe de bibînin, têkoşînê bidomînin."

Mîdiya Saado jî diyar kir ku çareserî li Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê û got: "Felsefeya Rêber Apo hiştiye ku jin benda tirsê ya ku bi hezaran salan li ser wan hatiye ferzkirin bişikînin û xwe îspat bikin, azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye.”

Her wiha Seîda Hesen bang li civakê kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebitin û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan bi azadiya wî pêk tê. Seîdayê wiha dewam kir: "Rêber Apo bi felsefeya xwe, azad e û ji bo hemû civakan banga aştiyê dike. Divê azadiya wî ya fîzîkî tavilê were pêkanîn.”

Jinan diyar kir ku ew ê heta ku Rêber Abdullah Ocalan di nava gel de bibînin, çalakî û têkoşîna xwe berdewam bikin.

(k)

ANHA