Yekîtiya Parêzeran a Efrîn û Şehbayê bang kir

Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê Lezgîn Kor diyar kir ku dewleta Tirk zagonên navneteweyî binpê dike û banga pêşîgirtina van binpêkirinan li hêzên navneteweyî kir.

Yekîtiya Parêzeran a Efrîn û Şehbayê bang kir
7 ÇILE, 2024   04:38
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

 Hevserokê Yekîtiya Parêzaran a Kantona Efrîn û Şehba Lezgîn kor  têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANHA’yê re axivî.

Lezgîn Kor diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze împratoriya Osmanî li ser xaka Sûriyeyê zindî bike, lewra êrişên xwe  yên li ser Sûriyeyê, bi taybetî jî li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine.

Lezgîn Kor destnîşan kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha domand: "Dewleta Tirk binesaziya herêmê, nexweşxane û dibistanan dike hedef. Ev êriş û kiryar sûcên şer in. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û projeya Osmanî zindî bike. Her wiha bi van êrişan dixwaze pirsgirêkên xwe yên hundirîn veşêre, nemaze ku hilbijartinên şaredariyên yên Tirkiyeyê nêzîk bûne."

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û  Şehbayê da zanîn ku dewleta Tirk qanûn û zangonên navneteweyî binpê dike û li gorî peymanan sûcên şer tên kirin, lewma divê helwetsek bê nîşandan.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê bang li rêxistinên navneteweyî û hikumeta Şamê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker erkên xwe bi cih bînin.

ANHA