Şîrketa Fiber Speed xebatên xwe dest pê kirin

Şîrketa Fiber Speed a înternetê bi civîneke çapemeniyê destpêkirina xebatên xwe li bajarê Qamişloyê ragihand.

Şîrketa Fiber Speed xebatên xwe dest pê kirin
Şîrketa Fiber Speed xebatên xwe dest pê kirin
Şîrketa Fiber Speed xebatên xwe dest pê kirin
Şîrketa Fiber Speed xebatên xwe dest pê kirin
17 tîrmeh, 2025   23:52
QAMIŞLO

Civîna çapemeniyê li hola Lazord a Xwaringeha Flacyo hate lidarxistin, gelek rojnamevan, kesên pispor û bi warê pevgihandinê û teknolojiyê eleqedar beşdar bûn. 

Berdevkê fermi yê şîrketê Cîhad Ehmed got li ser asta herêmê, vekirina şîrketê gaveke girîng e li ser asta herêmê.

Li gorî Ehmed, xizmetên ku şîrket di warê înternetê de pêşkêş dike li gorî tevahî beşên civakê ne, bi kalîte ne û ji bo wan a herî girîng muşterî ye.

Di civînê de, sinevizyonek li ser xebata ku dê were pêşkêşkirin, binesaziya vê teknolojiyê, nêrîna şîrketê û planên wê yên siberojê, hate pêşandan. Piştî wê, der barê xizmetê, siyaseta diyarkirina nirxê, plansaziya pêşxistinê, pirs hatin kirin.

(şx)

ANHA