`Dîtina Rêber Abdullah Ocalan daxwazeke rewa ye`

Li Tebqayê di panelekê de têkildarî kampanya “ez dixwazin Rêber Apo bibînim” hate diyarkirin ev dirûşm ji bo her jinekê ku fikrê rizgariyê bandor lê kiriye, daxwazeke rewa ye.

17 tîrmeh, 2025   23:45
TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê kantona Tebqayê di çarçoveya kampanya “ez dixwazin Rêber Apo bibînim” de panelek bi sernavê “Ji daxwaza hevdîtinê ber bi vîna rizgariyê ve: Rêber Ocalan û berxwedana zindî” li dar xist. 

Nûnerên akademiya Jinelojiyê, Meclisa Jinan a Kongraya Îslama Demokratîk, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, tev li panelê bûn ku li Parka meclisê hate lidarxistin.

Endama rêveber a kombûnê Nûr MIhemed got ramanên Rêber Abdullah Ocalan, têgehên azadiyê û edaletê ji nû ve saz kirin, jin kir cewhera projeya xwe ya rizgariyê, felsefeya wî veguherî berxwedaneke zindî ku di wijdanê gelên azadî xwaz û rûmbet xwaz de, dijî.

Di panelê de, mijarên fikrî û siyasî yên girîng, banga Rêber Abdullah Ocalan a 27`ê Sibatê, ragihandina rawestandina têkoşîna çekdarî, avakirina komîteyekê ji parlamentoyê ji bo ku pêvajoya aştiyê bişopîne, hatin nirxandin.

Di panelê de hate destnîşankirin ku kampanya “ez dixwazin Rêber Apo bibînim”, “bangewaziyeke rizgariyê” ji bo bidawîkirina tecrîdê, bidestxistina aştiyê, veguherîna demokratîk a rastîn e. Di heman demê de hate diyarkirin ku hevdîtina li gel Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî jinên bi fikrê wî yê rizgariyê bandor bûne, daxwazeke rewa ye.

(şx)

ANHA