TEV-DEM'ê konferansek ji bo nirxandin û pêşxistina sîstema hevserokatiyê li dar xist

Ji bo xurtkirina rêbaza demokratîk a li ser bingeha wekheviya herdu zayendan, TEV-DEM'ê konferanseke berfireh ji bo nîqaşkirina sîstema hevserokatiyê û pêşxistina mekanîzmeyên pêkanîna wê, li dar xist.

17 tîrmeh, 2025   23:57
QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) konferanseke berfireh li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê li dar xist û tê de nîqaş li ser sîstema hevserokatiyê hat kirin. Di konferansê de nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, tevgerên jinan, partiyên siyasî û kesayetên akademîsyen û civakî yên kantonê, amade bûn.

Di serî de şêwirmenda qanûnî ya TEV-DEM'ê Fîdan Sîdo nirxandineke siyasî ye giştî kir û êrişên li dijî şêniyên Siwêdayê şermezar kirin. Fîdan Sîdo diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullaj Ocalan çareseriyeke giştî ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêşkêş dike.

Fîdan Sîdo destnîşan kir ku sîstema hevserokatiyê nirxê wekheviya herdu zayendan dide rûniştandin.

REWŞA PÊKANÎNA SÎSTEMÊ Û ZEHMETIYÊN LI PÊŞIYA WÊ

Di rûniştinan de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser sîstema hevserokatiyê û pêkanîna wê hatin xwendin. Piştre tecûrbeya Rêveberiya Xweser di vî warî de hatin xwendin.

Encamname wiha hat diyarkirin:

Maf û biryar bi awayekî wekhev li herdu zayendan werin parvekirin.

Heykeliya rêxistinî li ser bingehên demokratîk û civakî were nûkirin.

Hişmendiyên baviksalar were redkirin û biryarên adilane werin xurtkirin.

Cihên hevserokatiyan di saziyan de vala neyên hiştin.

Hevserok bi awayekî domdar bikevin perwerdeyan.

Sîstema hevserokatiyê wekî misogeriya wekhevkirina jin û zilaman were dîtin.

Astengiyên li pêşiya pêkanîna wekheviyê di saziyan de werin rakirin.

(mh)

ANHA