Sîpan Hemo ji bo Cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê Fermandarê QSDˊê Sîpan Hemo wek cîgirê Wezîrê Parastinê tayîn kir.

Sîpan Hemo ji bo Cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin
10 adar, 2026   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANAˊyê, Gerînendeyê Rêveberiya Çapemenî û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê Asim Xelyon Sîpan Hemo wek Cîgirê Wezîrê Parastinê li herêma rojhilat a Sûriyeyê tayîn kir. 

Ev biryar, di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî de ji bo entegrasyona saziyan li gorî pêdiviyên qonaxê pêk tê.

Çavr li rê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê tayînkirina Sîpan Hemo de daxuyaniyekê bide.

(fr)