Silêman Ehmed li Başûrê Kurdistanê binçavkirî ye

Ajansa Rojnewsê ragihand ku edîtorê wan ê beşa erebî Silêman Ehmed ku 4 rojan agahî jê nehatibû girtin ji aliyê desthilata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatiye binçavkirin.

Silêman Ehmed li Başûrê Kurdistanê binçavkirî ye
29 cotmeh, 2023   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Rojnewsê der barê edîtorê xwe yê beşa erebî Silêman Ehmed ku 4 roj in agahî jê nayê girtin, daxuyanî da û ragihand ku endamê wan ji aliyê desthilata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li Başûrê Kurdistanê serwer e ve hatiye binçavkirin.

Rojnewsê binçavkirina endamê xwe şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku çaresnûsa wî aşkera bike û tavilê serbest berde.

Malbata Silêman a ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye û li Helebê bi cih dibe, ji 25`ê Cotmehê ve agahî ji zarokê xwe wernegirtibû. Silêman, herî dawî beriya ku deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) derbas bike bi dayika xwe re axivîbû. Dayika Silêman ji ajansa me re axivî û bang li aliyên têkildar ên Başûrê Kurdistanê kir ku çarenûsa zarokê wê diyar bikin.

Heta niha rayedarên deriyê sinor ê Pêş Xabur têkildarî bûyerê daxuyanî nedaye. 

(c)