Li Dêrazorê şerekî giran rû dide

Di navbera komên çekdar ên êrişî bajarokên rojhilatê Dêrazorê kirin û hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê de şer û pevçûnên giran rû didin.

Li Dêrazorê şerekî giran rû dide
29 cotmeh, 2023   11:33
DÊRAZORÊ

Gund û bajarokên Şihêl, Zîban û Ebû Herdûb ên li rojhilatê Dêrazorê ji saetên siharê ve ji aliyê komên çekdar ve tên hedefgirtin.

Li gorî agahiyan, komên êrişkar ji herêmên serweriya hikumeta Şamê çemê Firatê derbas kir û gihîştin rojhilatê Dêrazorê.

Hêzên Mecilsa Leşkerî ya Dêrazorê bersiva êrişa komên êrişkar dide û li herêmê şer û pevçûn rû didin.  

Gelek komên çekdar piştî “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” ya Hêzên Sûriya Demokratîk 27`ê Tebaxê li djiî çeteyên DAIŞ`ê û bazirganên hişbirê dabû destpêkirin, gundewarê rojhilatê Dêrazorê hedef digirin.

(c)

ANHA