Birîndara êrişa li Dêrikê behsa kêliyên birîndariya xwe dike

Evîn Xelîl ku 27`ê Cotmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî bajarê Dêrikê de birîndar bibû, kêliyên bûyerê vedibêje.

Birîndara êrişa li Dêrikê behsa kêliyên birîndariya xwe dike
29 cotmeh, 2023   10:26
QAMIŞLO

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker 27`ê Cotmehê maleke taxa Azadî ya bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişloyê hedef girt. Di êrişê de yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şiblî Şiblî şehîd bû, zarokê bi navê Ehmed Şahîn (11) û Evîn Xelîl (39) jî birîndar bûn.

Evîn Xelîl a ku ji mil û lingê xwe ve birîndar bûye, dayika 5 zarokan (4 law, keçek) e, her wiha zarokên şehîd Salih El Xidûr û dapîra wan xwedî dike û li taxa Azadî ya Dêrikê bi cih dibe.

Evînê diyar kir ku dema ew ji sûkê vedigeriya bombebaran pêk hatiye û birîndar bûye.

Evîn, kêliyên birîndariya xwe wiha vedibêje: “Ez bi tiştekî nehesiyam, tenê min dît ez li erdê me û xwîn ji laşê min diherike. Min dibihîst derdor dibêje 'dê careke din lê bide'. Dûre ez rakirim nexweşxaneyê, li wir pê hesiyam ku kesek şehîd bûye."

Du parçeyên moşeka balafira dewleta Tirk a dagirker avêtiye di mil û lingê Evînê de bi cih bûn û bijîşk hê jî nikarin derxînin.

Evînê hedefgirtina binesaziya herêmê û malên welatiyan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dixwazin me birçî bikin, lê bes nedîtin, gelo gunehê zarokan û gunehê me çi ye ku vê êşê bikişînin? Şehîd Şiblî bavê 3 zarokan e, ji ber êrişa dewleta Tirk ew ji bavê xwe mehrûm man."

(fr/c)

ANHA