‘Siberoja ewlehiya herêmê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye’

Kadar Pîrê got aloziyên li Rojhilata Navîn rasterast bandorê li Kurdan dikin. Misogerkirina mafên Kurdan kilîta aramiya siyasî û ewlehî ya Rojhilata Navîn e.

‘Siberoja ewlehiya herêmê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye’
23 tîrmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Krîz û pevçûn li Rojhilata Navîn didomin û bandor li ser gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê dikin. Der barê vê mijarê de gerînendeyê Navenda Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê ji ajansa me re axivî.

Kadar Pîrê di destpêka axaftina xwe de got nabe ku pirsgirêka Kurd li her çar parçeyan (Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îran) ji hev cuda binirxînin. Ew yek pirsgirêk e, bi erdnîgariya Kurdistana dîrokî ve girêdayî ye. Lê her pêşveçûnek li parçeyekî bandorê li parçeyê dîtir dike. Dewletên ku li dijî ne gelê Kurd bigihêjin mafên xwe vê yekê dizanin.

Pîrê destnîşan kir ku li herêmê dewleta Îran û Tirkiyeyê li dijî projeya siyasî ya Kurd derdikevin, ew projeya federaliyê û ya Rêveberiya Xweser jî qebûl nakin. Iraq dixwaze aramiya xwe ya hundirîn biparêze lê hîna nakokî li ser hinek herêman didomin. Li Sûriyeyê jî hîna siberoja gelê Kurd bi modela dewleta nû û çi qasî sîstema nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan di destûrê de misoger bibe, girêdayî ye.

Li ser pirsa bandora aktorên sereke û navneteweyî li ser vê dosyayê, Pîrê got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di bin navê şerê li hemberî terorê de li herêmê dimîne û dixwaze hêz û berjewendiyên xwe yên stratejîk biparêze, Rûsya jî piştî têkçûna sîstema Baas dixwaze dîsa xwe li Sûriyeyê bi cih bike, Fransa jî ji bo xêzkirina siberoja Sûriyeyê roleke siyasî dileyîze û Îsraîl girîngiyê dide ewlehiya Îsraîlê.

Ji bo nêzîkatiyên hikumetên herêmê ji pirsgirêka Kurd re Pîrê got Îran û Tirkiyeyê hîna pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke ewlehiyê dibînin û li pirsgirêkê nanêrin ku neteweyek mafên xwe dixwaze. Ji bo Iraqê jî anî ziman ku sîstema federaliyetê heye lê hîna ji bo hinek herêman nakokî didomin.

Pîrê  ji bo pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê jî diyar kir ku divê garantiya mafên hemû pêkhateyan were dayîn û di destûrê de sîstem nenavendî be. Niha siberoja herêmê bi şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê ve girêdayî ye. Encamên vî şerî wê rasterast bandorê li siberoja gelê Kurd û Rojhilata Navîn bikin.

Kadar Pîrê di dawiya axaftina xwe de got pirsgirêka Kurd bûye beşeke ewlehiya herêmê û heke pirsgirêka Kurd li tevahî parçeyên Kurdistanê çareser nebe aramî li Rojhilata Navîn çênabe.

(np)

ANHA