‘Pisporên aboriyê yên Sûriyeyê hatine paşguhkirin’

Aborînas, pispor û akademîsyenan pirsgirêka aborî ya Sûriyeyê nirxand û got “Xwediyên tecrube û pisporiyên aborî yên Sûriyeyê hatine paşguhkirin.”

‘Pisporên aboriyê yên Sûriyeyê hatine paşguhkirin’
‘Pisporên aboriyê yên Sûriyeyê hatine paşguhkirin’
‘Pisporên aboriyê yên Sûriyeyê hatine paşguhkirin’
‘Pisporên aboriyê yên Sûriyeyê hatine paşguhkirin’
‘Pisporên aboriyê yên Sûriyeyê hatine paşguhkirin’
‘Pisporên aboriyê yên Sûriyeyê hatine paşguhkirin’
‘Pisporên aboriyê yên Sûriyeyê hatine paşguhkirin’
23 tîrmeh, 2026   03:47
ŞAM

Piştî salek û 8 meh di ser hilweşandina rejîma Baasê derbas bû û Sûriye ket pêvajoyeke nû, hîna jî pirsgirêka aborî didome. Hilberîn û hêza kirînê kêm bûye. Hikumeta demkî projeyên veberhênanê û reformên aborî pêşkêş dike. Aborînas, pispor û akademîsyen dibêjin hîna ne diyar e dê çawa pirsgirêka aborî li Sûriyeyê çareser bibe. Her wiha pispor û kesên xwedî tecrube, destûr nadin ku polîtîkaya aboriyê diyar bikin û pirsgirêkê çareser bikin.

Aborînas Ebdullah Hesam got di pêvajoya pêş de divê hilberîn xurt bibe, projeyên biçûk bi pêş bixin û kanalên bazarkirine bibînin. Her wiha da zanîn heke hilberîn çêbibe dê rewşa abor baştir bibe. Ji ber veberhênanên rojavayî û vekirina projeyên mezin dibe ku bibe sedema iflasê, ji sedî 90 Sûriyeyî derfetên wan nînin ku projeyên wisa mezin vebikin.

Hesam di nava gotinên xwe de pirs kir çima Sûriyeyî û mamosteyên zanîngehan siberoja Sûriyeyê nîqaş nakin û li nêrîna wan guhdar nakin? Nabe ku hemû kesên di dema rejîma sîstema berê de xebitîn bermahiyê rejîmê werin naskirin ev hukmekî şaş e û nayê qebûlkirin. Bi vê zîhniyetê Sûriyeyê nayê avakirin.

Pisporê pêşveçûnê Iyad Zeytûna got Sûriye welatekî çandiniyê ye, çandinî nasnameya wê ya aborî ye û berhemên wê wekî zeyta zeytûnan, fistiq, gûz û sabûnê derdixin derveyî Sûriyeyê. Ji bo pirsgirêka aborî çareser bibe divê destpêkê derfetên çandiniyê baş bikin û bi cotkaran re bibin alîkar. Heke hilberîna herêmî baş bibe dê bandoreke erênî li ser rewşa aborî bike.

Her wiha Zeytûna got li Sûriyeyê kartol salê 4 caran diçînin. Çandinî dikare li Sûriyeyê bi pêş bikeve lê hilberîna çandiniyê dernaxin derve, naparêzin û bi alavên kevnar çandiniyê dikin. Ji ber vê yekê cotkar di çandiniyê de ziyanê dibînin.

Mamosteyekî Fakûlteya Aboriyê ya Zanîngeha Şamê ku nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku Sûriye di dîrokê de bi pîşesaziya xwe ya tekstîlê navdar e. Heke dîsa pembû biçînin dê hilberîn û derfeta kar zêde bibe. Li ser asta cîhanî pembûyê Sûriyeyê navdar bû û eger mîna berê pembû biçînin dê bandoreke erînî li ser aboriya Sûriyeyê bike.

Mamosteyê zanîngehê paşguhkirina mamosteyên zanîngehê û pisporan rexne kir û got paşguhkirina tecrubeyên wan diyar dike ku di nêrandina dewletê ji mamosteyên zanîngehan û pisporan re pirsgirêk heye, wan tev li pêvajoya avakirina Sûriyeyê nakin an jî wan bermahiyên rejîma berê dibîne.

Têkildarî heman mijarê parêzer Çemana Katib got dibe ku veberhênanên biyanî werin Sûriyeyê lê piştî rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê aram bibe divê derfet bidin ku saziyên têkildar ên aborî li Sûriyeyê bixebitin.

Piştî zêdetirî salek û 8 meh di ser hilweşandina rejîma Baasê re derbas bûn pispor, akademîsyen û mamosteyên zanîngehê dibêjin hîna nêrandina hikumetê ji aboriyê re ne diyar e û destûr nadin ku Sûriyeyî û xwediyên tecrubeyan polîtîkaya aborî ya Sûriyeyê diyar bikin. Tê pirskirin gelo dê pirsgirêka aborî li Sûriyeyê di dema pêş de çareser bibe yan dê xizanî zêde bibe û şêniyên gundan koçberî bajaran bibin?

Li beramberî vê yekê hikumeta demkî dibêje ew berî her tiştî girîngî dide aborî û dê bi rêbazên nû aborî pêşbixînê. Di qada enerjî, binesazî û veguhastinê de bi şîrketên herêmî û navneteweyî re bixebitê.

Di heman demê de hikumeta demkî dibêjê ji bo avakirina rêveberiyeke xurttir ew ji nû ve saziyên dewletê ava dikin û li gorî pêdiviyên pêvajoya veguhêz kesan tayîn dikin. Her wiha hikumet dibêjê hemû kesên xwedî tecrube dikarin cihê xwe di avakirina Sûriyeyê û saziyan de bigirin.

28`ê Gulanê 2025`an Yekitiya Ewropayê cezayên aborî li ser Sûriyeyê rakiribûn.

(np)

ANHA