Sibe li Amed û Wanê daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan li ser erkanên mezin tê parvekirin

Heyeta DEM Partiya ya Îmraliyê di daxuyaniya ku wê Stenbolê bide de banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan parve bike. Daxuyanî li Amed û Wanê li ekranên mezin were parvekirin.

Sibe li Amed û Wanê daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan li ser erkanên mezin tê parvekirin
26 sibat, 2025   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibehî li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtina xwe ya sêyem pêk bîne. Heyet dê piştî hevdîtinê di saet 17:00’an de li Stenbolê daxuyanî bide.

Heyet di daxuyaniyê de banga Abdullah Ocalan radigihîne.

WÊ DAXUYANÎ BI ZINDÎ Û LI SER EKRANA MEZIN WERE PARVEKIRIN

Ji bo daxuyaniya dîrokî, wê li Amed û Wanê ekranên mezin werin danîn û daxuyanî bi zindî were dayîn.

Dê li Amedê li Qada Şêx Seîd di ekrana mezin de daxuyanî zindî bê dayîn. Tê payin ku wê ji bajarên derdorê gelek kes werin Amedê.

Li Wanê jî dê ekrana mezin li Qada Bajêr bê dayîn. Tê payîn bi hezaran kes ji bajarên Serhedê bên Wanê.

DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bang li gel kir ku sibê saet 16:00’an de li qadên li Amed û Wanê bibin.