Li Tebqayê têkildarî rola civaka sivîl di avakirina Sûriyeya nû de panele

Hemwextî zehmetiyên siyasî û civakî yên li Sûriyeyê, di paneleke diyalogê de ya bi navê "Rola civaka sivîl di damezirandina Sûriyeya nû de" panelek hat lidarxistin. Di panelê de rêbazên xurtkirina diyaloga nîştîmanî û avakirina pergaleke demokratîk ku tê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger bin, hatin nîqaşkirin.

Li Tebqayê têkildarî rola civaka sivîl di avakirina Sûriyeya nû de panele
Li Tebqayê têkildarî rola civaka sivîl di avakirina Sûriyeya nû de panele
Li Tebqayê têkildarî rola civaka sivîl di avakirina Sûriyeya nû de panele
Li Tebqayê têkildarî rola civaka sivîl di avakirina Sûriyeya nû de panele
Li Tebqayê têkildarî rola civaka sivîl di avakirina Sûriyeya nû de panele
Li Tebqayê têkildarî rola civaka sivîl di avakirina Sûriyeya nû de panele
Li Tebqayê têkildarî rola civaka sivîl di avakirina Sûriyeya nû de panele
Li Tebqayê têkildarî rola civaka sivîl di avakirina Sûriyeya nû de panele
Li Tebqayê têkildarî rola civaka sivîl di avakirina Sûriyeya nû de panele
26 sibat, 2025   22:44
TEBQA

Rêxistinên Civaka Demokrtîk ên kantona Tebqayê û Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paneleke diyalogê bi navê "Rola civaka sivîl di damezirandina Sûriyeya nû de" li bajarê Tebqayê li dar xist. Di panelê de serokeşîr, rûspiyên eşîran, nûnerên deste û meclisên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û nûnerên yekitiyên xwecih beşdar bûn.

Di serî de hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantona Tebqayê Huda Ewan li ser girîngiya diyaloga niştîmanî hemwextî rewşa zehmet a heyî û girîngiya beşdarbûna hemû pêkhayeyên Sûriyeyê ji bo avakirina pergaleke demokratîk li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê, axivî.

MIJARA YEKEMÎN: MÎRASA PERGALA NAVENDÎ YA ZORDEST

Endamê Desteya Rêveber Fîras Cuma di mijara yekê de li ser bandora pergala navendî ya zordest a Sûriyeyê axivî û diyar kir ku siyasetên partiya Baas pêkhateyên Sûriyeyê ji cihên biryardayînê dûr dixistin, di encamê de jî têkilî û girêdanên civakî û aborî têk çûn û dewlet jî hilweşiya û got: "Divê civak li ser têgehên jiyana hevbeş û biratiya gelan werin hişyarkirin û perwerdekirin ku li hember rejîma navendî bisekine."

MIJARA DUYEMÎN: REWŞA HEYÎ Û ZEHMETIYÊN CIVAKA SIVÎL

Di mijara duyemîn de hevseroka Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Hesen li ser zehmetiyên li pêşiya civaka sivîl hemwextî hilweşîna desthilata navendî û destwerdanên herêmî û navneteweyî axivî. Nesrîn Hesen diyar kir ku hêzên siyasî êdî li ser nasnameyên neteweyî û olî radibin, ev jî gefê li çalakvanên civaka sivîl dixwe û pêşî li serbixwebûna wan digire.

MIJARA SÊYEMÎN: PIRRENGÎ Û NENAVENDIYA DEMOKRATÎK

Hevserokê Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad Hesen di mijara sêyemîn de girîngî da pêkanîna pergala nenavnedî ya demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan tê de parastî bin û banga xurtkirina aştiya civakî û jinûve avakirina têkiliyên civakî kir.

Encamnameya panelê:

Redkirina "Kongreya Diyaloga Niştîmanî" ya li Şamê, ji ber dûrxistina pêkhateyên Sûriyeyê û bandorbûna wê bi perspektîfên dewleta Tirk a dagirker.

Misogerkirina beşdarbûna hemû pêkhateyan di sazkirina destûra Sûriyeya pêşerojê de.

Teqeziya parastina yekbûna xaka Sûriyeyê û avakirina pergaleke nenavndî ya demokratîk.

Xurtkirina hevbeşiya civakî ji bo pêkanîna aramiya domdar.

Têkoşîna li dijî gendeliyê û piştgiriya azadiya giştî.

Vekirina kanalên diyalogê bi civaka sivîl a li tevahî bajarên Sûriyeyê re.

Misogerkirina vegera ewle ya koçberan.

Di dawiya panelê de beşdaran girîngî da yekkirina hewldanên ji bo derbaskirina zehmetiyan û avakirina Sûriyeya nû ya li gorî hêviyên pêkhateyên wê.

(mh/fr)

ANHA