Piştî baranên dawîn cotkaran dest bi çandina kemûnê kir

Baranên vê dawiyê tirsa cotyaran kêm kir, lê hin cotkaran jî got ew baran têrê nake. Di heman demê de cotkarên herêmê dest bi çandina kemûnê kir.

Piştî baranên dawîn cotkaran dest bi çandina kemûnê kir
Piştî baranên dawîn cotkaran dest bi çandina kemûnê kir
Piştî baranên dawîn cotkaran dest bi çandina kemûnê kir
Piştî baranên dawîn cotkaran dest bi çandina kemûnê kir
Piştî baranên dawîn cotkaran dest bi çandina kemûnê kir
Piştî baranên dawîn cotkaran dest bi çandina kemûnê kir
Piştî baranên dawîn cotkaran dest bi çandina kemûnê kir
Piştî baranên dawîn cotkaran dest bi çandina kemûnê kir
27 sibat, 2025   02:35
QAMIŞLO
 EHMED SEMÎR

Li gundê Tel Hebeş ê Amûdê yê kantona Cizîrê, cotkarê bi navê Qasim Mihemed Emîn Qasim piştî ku vê dawiyê baran bariya, dest bi çandina kemûnê kir.

Cotkarên herêmê bi giştî ji dawiya meha Çileyê heya dawiya Sibatê kemûnê diçînin û di meha Gulanê de jî diçinin.

Qasim genim û ceh çandiye û niha jî amadekariya çandina kemûnê dike.

Li gorî amarên ku me ji Desteya Çandiniyê bi dest xistine, rûbera genimê çandî zêdetirî milyonek û 18 hezar donim e û ya ceh jî 100 hezar donim e. Her wiha rûbera zeviyên berhemên din jî 22 hezar donim e.

Qasim ev 20 sal e karê çandiniyê dike. Qasim got: "Eger ne ji baranên dawîn bûya, min nedikarî kemûnê biçînim. Barana vê dawiyê tirsa me kêm kir û me dest bi çandiya kemûnê kir.”

Ebdullah Noman jî 50 sal e li gundê Gidêwanê yê Qamişloyê çandiniyê dike û îsal 80 donim ceh û 10 donim kemûn çandiye.

Zeviyên ku Noman bi zehmetî çandine bejî ne. Noman got: "Lêçûna çandiniyê gihaştiye hezar dolarî û barîna baranê heta niha li vir ji 30 mm derbas nebûye.”

Her wiha got: "Dem teng e. Nizanim dê çandinî çawa li ber xwe bide, nîvê tov di bin erdê de maye. Erdê vir qûm e avê pir dikişîne.”

Hevserokê Beşa Hilberandina Çandiniyê ya kantona Cizîrê endezyar Moetez Ehmed diyar kir ku barana ku vê dawiyê bariye têra avdana zeviyan nake.

Komîteya Çandiniyê di 11’ê Sibatê de dest bi belavkirina beşa duyemîn a mazotê kiribû. Ehmed bang li cotkaran kir ku serdana komîteyên çandiniyê bikin û para xwe ya sotemeniyê wergirin da ku dereng nemînin.

(k)

ANHA