Sibe cenazeyê Gulistan Tara ber bi Bakurê Kurdistanê ve tê oxirkirin

Bi dirûşema ‘Êrişên terorê û xiyanet nikarin dengê rastiyê qut bikin’ wê sibe bi lidarxistina merasîmekê cenazeyê Gulistan Tara ber bi Bakurê Kurdistanê ve bê oxirkirin.

Sibe cenazeyê Gulistan Tara ber bi Bakurê Kurdistanê ve tê oxirkirin
28 tebax, 2024   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Bernameya merasîma cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ku di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê di encama êrişeke hovane û ji pîvanên mirovahiyê dûr a dewleta Tirk de bi hevrê û hempîşeya xwe rojnamevan Hêro Behadîn re şehîd bû, diyar bû.

Piştî karûbarên fermî yên cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara temam bûn, wê bi merasîmeke bi heybet ber bi Bakurê Kurdistanê ve bê oxirkirin.

Ji bo Gulistan Tara sibe di saet 09:00’an li Parka Azadî ya Silêmaniyê di bin dirûşma ‘Êrişên terorê û xiyanet nikarin dengê rastiyê qut bikin’ wê merasîmek a cenaze were lidarxistin.

Merasîma cenaze ku tê payîn bi sedan welatparêz beşdar bibin de, wê piştî dayîna daxuyaniyan bi endamên malbata wê, şandeyên DEM Partî û HDP’ê re ber bi bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ve bê oxirkirin.