Xelkê Qamişlo li dijî êrişê soza tolhildanê da

Xelkê Qamişlo têkildarî teqîna erebeyekê li bajêr sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Xelkê Qamişlo li dijî êrişê soza tolhildanê da
Xelkê Qamişlo li dijî êrişê soza tolhildanê da
Xelkê Qamişlo li dijî êrişê soza tolhildanê da
Xelkê Qamişlo li dijî êrişê soza tolhildanê da
Xelkê Qamişlo li dijî êrişê soza tolhildanê da
28 tebax, 2024   19:45
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî li cihê teqînê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de girseya Qamişlo û malbatên her du şehîdan beşdar bûn.

Endamê Însiyatîfa Gel Şêro Şero di çalakiyê de axivî: "Ev dijmin tu pransîbên mirovanî û exlaqî nan nake. Em li hember wê destgirêdayî namînin, em ê tola şehîdên xwe hilînin."

Şero bal kişand ser hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re û got: "Ev di qetilkirina gelê me de hevkar in. Em nahêlin xayîn û sîxor bi kêfa xwe li malên me bigerin."

Endamê însiyatîfê bang li civata navneteweyî bi taybet dewletên xwedî serwer kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û wiha domand: "Sedema ku niha cîhan bi ewle dijî fedakariyên şêniyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne."

Her wiha Şero bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker lêpirsîn bikin diyar kir ku her şehîd sivîl in û ne şervan in.

Çalakiya xelkê Qamişlo bi diruşma silavkirina şehîdan û şermezarkirina êrişên dagirkeriyê bi dawî bû.

Îro li nêzî geraca otubîsan a li taxa Enteriyê ya Qamişlo erebeya ku tê de Xalîde mihemed Şerîf (45) û kurê wê Hecar Ednan Silêman (24) hebûn, teqiya û di encamê de şehîd bûn.

(fr)

ANHA