Sibe Beşar Esed beşdarî Lûtkeya Erebî dibe

Sibe Beşar berê xwe dide paytexta Behreyn Menamê da ku beşdarî 33ˊyemîn Lûtkeya Erebî ya asayî be.

Sibe Beşar Esed beşdarî Lûtkeya Erebî dibe
15 gulan, 2024   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Weten a bi ser hikumeta Şamê ve ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên xwe diyar kir ku Beşar Esed sibe berê xwe dide paytexta Behreyn Menamê ji bo beşdarî 33'yemîn Lûtkeya Erebî be.

Çavkaniyan da zanîn ku Esed di lûtkeyê de tu peyamê nade tevî ku ji her serokekî Ereb re 3 deqe hatine diyarkirin. Lê belê ew ê di lûtkeyê de bi serokên din re dosyayên di plansaziyê de nîqaş bike nexasim têkiliyên Erebî - Erebî û geşesanên li Filistînê.

(mh)