Kongreya Meclisa Jinan a PYDˊê bi dawî bû

Meclisa Jinan a PYD'ê ya Helebê kongreya xwe ya 1'emîn bi dirûşma "Rêxistinkirina jinan û civakê misogeriya azadiya Rêber Apo ye" li dar xist. Di kongreyê de 300 jin beşdar bûn.

15 gulan, 2024   19:58
HELEB

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Helebê kongreya xwe ya 1'emîn li dar xist. Ev kongre berî lidarxistina kongreya li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat organîzekirin.

Kongre li hola Star Layt a herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ket. Di kongreyê de 300 endamên Meclisa Jinan, nûnerên Meclisa Giştî, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Di kongreyê de rêvebera Meclisa Jinan a PYD'ê Netewî Xemgîn lidarxistina kongreyê li hemû jinên demokrasîxwaz û azadîxwaz pîroz kir û got: "Têkoşîna jinan li dijî êrişên înkarkirinê û êrişên faşîzma Tirk didome. Vejandina dîroka têkoşîna jinan di hemû aliyên siyasî, civakî û îdeolojî de bi pêşengtiya şehîd Şîlan û hevrêyên wê erkê her endameke li vir beşdar e. Da ku îradeya jinan û civakê xurtir bibe û têgiha şerê gelê şoreşgerî bê rûniştandin."

ˊRÊXISTINBÛYÎN RÊYA GIHANDINA NETEWEYA DEMOKRATÎK Eˊ

Berdevka Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Ewaş Çawîş got: "Jin di damezirandina PYD'ê de pêşengtî kir û bûn ronahiya rêya azadiyê. Ji ber wê em soz didin ku rêya şehîdan bişopînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir got: "Di şexsê şehîd Şîlan û hevrêyên wê û bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan em ê mîrasa têkoşînê ya ku wan hiştiye, bidomînin."

Nêrgiz Bekir diyar kir ku ev qonax hestyar e û pêwîstî bi yekkirina kedê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina welatekî azad, demokrat û pirreng, heye.

Piştre sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan a li ser girîngiya destekdayîna jinan di aliyê rêxistinbûyînê de û xurtkirina wan di hemû qadên civakê de hat pêşandan.

Piştre endama radyoya Şehba FM Ronahî Yûsif raporên rewşa siyasî û rêxistinî xwendin. Her wiha rewşa Rêber Abdullah Ocalan li gorî nêrîna Meclisa Jinan a PYD'ê ya Helebê hat şîrovekirin.

Beşdaran di nîqaşên xwe de rewş nirxandin û teqezî bi xebata ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, bidawîkirina dagirkeriyê, destekdayîna jinan di hemû aliyan de da. Her wiha wan makanîzmaya rêxistinî ya meclisê û kêmasiyên wê  ji bo pêşxistina xebatê, nîqaş kirin.

Di dawiya kongreyê de nûnerên meclisê hatin hilbijartin.

(mh)

ANHA