Seyid Evran; di rêwîtiya têkoşînê de lêgerîna li heqîqet û rastiyê

Stêrk Gulo diyar kir ku şehîd Seyîd Evran li çar parçeyan û çiyayên Kurdistanê her tim li heqîqetê û rastiya Kurdistanê digeriya.

Seyid Evran; di rêwîtiya têkoşînê de lêgerîna li heqîqet û rastiyê
21 îlon, 2025   06:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO- BOTAN HISEN

Rojnamevan û nivîskar Seyîd Evran yek ji pêşengên tevgera çapemeniya azad a Kurdistanê bû ku di 22′yê Îlona 2023'yan de ji ber nexweşiya dil şehîd bû.

Yek ji hevrêyên şehîd Seyîd Evran rojnamevan Stêrk Gulo rêwîtiya têkoşînê ya şehîd û xebata wî ya li çiyayên Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê vegot.

Stêrk Gulo di şexsê şehîd Seyîd Evran de şehîdên çapameniya azad; ji Mazlûm Dogan heya Gurbetellî Ersoz, Gulistan Tara, Azîz Koyluoglu, Cîhan Bilgîn, Nazim Daştan, Egîd Roj, Rosîda Mêrdîn û tevahî şehîdên ku li pey heqîqetê canê xwe feda kir da ku heqîqeta li Kurdistanê derxin û heta dawiyê tê koşiyan, bi bîr anîn.

Stêrk Gulo destnîşan kir ku şehîd Seyîd Evran mîraseke mezin ji çapeminiya azad a demokratîk re hişt. Xwedî mîraseke ku di Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) de, wek rojnamevanekî û weke têkoşerekî şer kir. Dema ku şehîd Seyîd Evran tê gotin, Têkoşîn, çek, pênûs û kemîreya wî ya ji bo derxistina heqîqet û rastiyê  tê bîra kurdistaniyan.

Stêrk Gulo diyar kir ku di sala 1994'an de dema êrişên li ser çapemeniya azad ên li Stenbolê hatibû kirin, heval Seyîd birîndar bû. Lê belê li gel rojnamevan Gurbetellî Ersoz û gelek rojanmevanên din, li ber xwe dida. Ji wê demê de xwe spart azadiya civata Kurdistanê û bi fikreke azad mezin bû. Stêrk Gulo gotina şehîd Seyîd Evran anî ziman: "Kalikê min dema bi Şêx Seîd re dimeşiya, ev têkoşîn da destpêkirin. Ez neviyê bapîrê xwe me. Pêwîst dike ku ez jî ji bo azadiya Kurdistane tê bikoşim.”

Stêrk wiha behsa berxwedan û têkoşîna şehîd Seyîd Evran kir: "Şehîd Seyîd Evran mirovekî ji lêgerê heqîqeta Kurdistanê ye. Li qadên çiyên Kurdistanê, Başûr, Ermenistanê, Rûsya û Rojavayê Kurdistanê gelek geriyaye û li du heqîqetê diket. Şehîd Seyîd Evran xwedî gelek berhemên girîng bû. 2 pirtûkên şehîd Seyîd Evran hene. Kurdekî kirmanc e. Hevalekî ku taybetmediya wî ya têkoşînê xurttir bû û her tim li du heqîqetê diket, her wiha alîkariya hevalên xwe dikir û ji wan hez dikir û di nava civakê de dihate hezkirin.”

'DI ŞER DE ŞOREŞGER Û ROJNAMEVAN BÛ'

Stêrk diyar kir ku di 2012'an de dema ku  şoreşa Rojava kurdistanê destpêkir heval Seyîd rojnamevanê destpêkê bû ku berê xwe da qada şoreşê û di her qadên şer de cih girt û gelek erkên û berpirsyartiyên girîng girt ser milên xwe. Heval Seyîd Evran bû Rêveberiya Akedamiya şehîd Fayîd a Ragihandina azad. Her tim dixwast heqîqeta heyî bêde pêş. Dixwest kiryarên ku DAİŞ'ê û dewleta Tirk dikin bi raya giştî re parve bike.  Ji bo van şeran ragihîne di gelek qadên şer de cih girt weke rojnamevanekî û şoreşgerekî. Di rastiyê de dema ku şehîd Seyîd diçû nava şervanan, mîna şervanekî bû. Di her aliyê têkoşînê de xwe berpirsiyar didît. Şehîd Seyîd Evran ji ber kurdeke zaze bû, lê belê bi zimanê kurmacî û bedew bi şervanan xetabê têkoşînê dida nasîn. Stêrk wiha got: "Em bûn şahidê hemleyên ku şehîd Seyîd beşdarê bûne. Hemleya Xezeba Firatê, şerê Cebhet El Nusra a li Serêkaniyê, şerê Efrînê û ji dûr ve be jî hemû hemle û şer şopandin."

‘HER LI HEQÎQET Û RASTIYÊ DIGERIYA’

Stêrk Gulo wiha behsa xebatên şehîd Seyîd Evran kir: "Misyon û roleke gelek girîng hilda ser milê xwe û agahiyên ku bi gel û civaka xwe re parve dikir, hemî rastiyek wê hebû. Şehîd  Seyîd dema nûçe çêdikir hemî kesî ji nûçeyên wî bawer dikirin. Her kesî digot şehîd Seyîd Evran got. Di mêjiya gel de her tiştê ku Şehîd Seyîd Evran digot rast bûn. Şehîd Seyîn Evran ji bo gelê xwe kaniya rastiyê bû di kurdistanê de. Her tim rastiya dagirkeriyê dida pêş. Di heman demê de şehîd Seyîd hafizeyeke me ya  çapemeniya azad bû. Dikare ew qas tişt di hişê xwe de bigire, bi rastî jî mîna pirtûkekê bû."

Mînaka wê jî Efrîn ji efrîniyan bêhtir nas dikir, Qamişlo, Dêrîk, dîroka wê, malbatên wê, rêyên wê tevahî nas dikirin. Di heman demê dîroknaseke Kurdistanê bû.

‘BI PÊNÛSA XWE ÇÎROK, ŞER Û BERXWEDAN NIVÎSANDIN’

Stêrk Gulo li ser têkoşîna şehîd Seyîd Evran got: "Şehîd Seyîd Evran têkoşîna xwe ji Amedê da destpêkirin, heta çiyayê Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê. Şehîd Seyîd ji bo heqîqetê belav bike xwedî kesayeteke wiha bû ku ne tenê bi pênûsê, bi çeka xwe têkoşîn dikir. Şehîd Seyîd Evran gotibû ‘Cihê ku çek biaxive, dê biaxive û cihê ku çek neaxive dê pênûs biaxive." Şehîd Seyîd Evran di biçûkahiya xwe de rastiya Kurdistanê û têkoşîna Kurdistanê baş nas kiribû. JI dîroka wê heya roja îro. Hebûna gelê azad di Kurdistanê de ew heqîqet bi xwe ye. Lewma li ser xeta Mazlûman û Gurbetellî Ersoz şehîd Seyîd soz dabû. Salên dirêj di çapemeniya azad de xwedî kedeke mezin bû. Heta bû mînak ji me gelekan re."

'ŞEHÎD SEYÎD EVRAN XWE DEYNDARÎ GEL Û RÊBER ABDULLAH OCALAN DIDÎT'

Stêrt Gulo wiha got: "Şehîd Seyîd Evran hafizayeke wî wisa hebû ku ji hafizeya me hemûyan jêhatîtir û zanatir bû. Heta me gelek caran agahî ji wî digirtin. Ji bo min mînakeke jiyanê bû. Dema her yek ji me çi tengavî jiyan kiriba, heval Seyîd bê ferq tevahî hevalan hez dikir û alîkarî dida, ji gel re jî wiha bû. Mala ku heval Seyîd diketê ew mal dibû cihê têkoşînê, rih û hêvî yê. Ew qas dikarî ji bo wan têkoşîneke mezin bike. Yek ji gavên ku xwest di têkoşîna gelê Kurdistanê de bike ku vê têkoşînê mayînde bike, bi nivîs, fotografên xwe mayînde bike. Meşeke bêhempa, bêrewastin û bêteredut dabû destpêkirin. Li beramberî wê jî her tim xwe dendarî gelê, Rêber Abdullah Ocalan û rastiyê didît. Ruxmî ku bi xwe jî fedaiyê rastiyê bû, lê belê her tim bi wî rihî kar dikir. Ji bo xwe tiştek nexwest, her xwest ji bo rastiya vî gelî derbixe holê. Kesayetên bi vî rengî piştî şahedeta wan jî dibin weke rastiyê di hundirê kurdistanê de, lewma li Rojavayê Kurdistanê jî di wextekî ku rejîma Baas rastiya hebûna gelê azadîxwaz tune kiribû û hebûna gelê Kurd îmha kiribû. Her wiha gelê Kurd di taritiyê de hiştibû."

Stêrk Gulo wiha behsa xebatên şehîd Seyîd Evran ên li Rojavayê Kurdistanê kir: "Dema heval Seyîd berê xwe da şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi sedan ciwan di aliyê pîşeyî, fikir û hişmediyê de perwerde kirin. Xwedî rol û mîsyoneke mezin bû di vî alî de. Ji ber ku dibin siya rejîma Baasê de kes nedikarî behsa çapemeniya azad bike. Heval Seyîd di aliyê pêşeyî û fikrî de gelekî zîrek bû. Hemû êş û çîrokên ku didîtin bi nivîs, çîrok û foto rastiyên wan çîrokan ji gelê xwe re vedigot. Ez karim bêjim mîna şervanê heqîqetê di cengê de cih girt û bû xwedî bawerî di nava gelek rojnamevanan de. Îro eger gelek ciwan wekî rojnamevanekî di qada têkoşîna azadiyê de xebatê dikin, ev yek bi saya şehîd Seyîd e. Şehîd Seyîd Evran rih û bawerî da ciwanan û şargirtên wî jî jê hez dikir. Şehîd Seyîd ji Kurdistanê û gelê Kurdistanê û rastiya Kurdistanê hez dikir û bi vî rihî û hişmendî xwest vê rastiyê bide nasîn.”

‘NIVÎSÊN ŞEHÎD SEYÎD EVRAN HER DÊ ZINDÎ BIMÎNIN’

Stêrk Gulo behsa nivîsên şehîd Seyîd Evran kir û wiha got: "Her tim çawa ku welatê me xweş e, bi deşt û çiyayên xwe ve û çawa têkoşîna wisa tê kirin, tê xwestin van hemûyan bike nivîs. Li Zapê têkoşîna herî mezin li çiyayên Kurdistanê ji Amedê, Xinêrê, Qendîl, her jiyana gerîla kir çîrok, roman û nivîsand. Yek ji taybemendiya herî xweş ku dikarî bikira; zimanê wî yê rojnamegeriyê pir sade bû. Lê bi rih dida îfadekirin ku mirov ji tiştên ku dinivîse jê bandor dibû. Pir bi peyvan nedilîst, peyvên nayên naskirin bi kar nedianîn. Rastî pir bi zimaneke zelal û resen danî ziman. Dema mirov tiştê ku şehîd Seyîd nivîsandine guhdar dikir, mirov ji hundir ve pê bandor dibû. Di heman demê şehîd Seyîd hevalê jin, zarok, kal û pîran bû. Gelek welatparêzên Rojavayê Kurdistanê hin jî bi bîranîna xwe behsa şehîd Seyîd dikin.”

Stêrk Gulo di dawiya axaftina xwe de got: "Em jî wek hevalên wî di dilê me de dê her bijî, şehîd Seyîd bandorek li ser me hişt. Ez jî wek ji wan hevalan me ku dema min di çapemeniya azad de kar dikir, hişt ku ez ji xebata xwe bêhtir hez bikim. Ji bo min xwedî kedeke mezin bû. Em minetdarên wan in. Divê em  berpirsyariya xwe li hemberî hevalên xwe pêk bînin. Heya dawiyê em ji bo rastiyê têbikoşin û tu carî gav paş de navêjin. Hevalên me ji bo heqîqetê têkoşîn kirin û gihiştin asta şehadetê divê em jî bi erka xwe rabin. Şehîd Seyîd Evran gelek bîranîn di bîra me û tevahî hevalan de hişt. em ê jî heta dawiyê şopdarî riya Seyîd Evran bin. Çawa herî dawî jî ku Gulistan Tara, Azîz Koyluoglu, Cîhan Bilgîn, Nazim Daştan û Egîd Roj bûn şopdarên heval Seyîd. Em jî wek endamên çapemeniya azad û demokratîk em soz didin van hevalan ku heta dawiyê li du heqîqetê bin. Heya heqîqet mîna rojê û ronehiyeke mezin em ê şopdarên hevalên xwe yên fedaiyê rastiyê bin.”

ANHA