Konferansa Hevgirtina Jinan a li Hesekê bi dawî bû

Konferansa "Hevgirtina Jinan Bingeha Avakirina Edalet û Demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de teqezî bi pêşxistina pirrengiya neteweyî û olî û xurtkirina têkoşîna jinan li Sûriyeyê hat dayîn.

Konferansa Hevgirtina Jinan a li Hesekê bi dawî bû
Konferansa Hevgirtina Jinan a li Hesekê bi dawî bû
Konferansa Hevgirtina Jinan a li Hesekê bi dawî bû
Konferansa Hevgirtina Jinan a li Hesekê bi dawî bû
20 îlon, 2025   21:51
HESEKÊ

Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya yên bajarê Hesekê konferansa "Hevgirtina jinan Bingeha Avakirina Edalet û Demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" li bajarê Hesekê li dar xist. Di konferansê de nêzî 700 jinên siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr û aktîvîst ji seranserî xaka Sûriyeyê beşdar bûn.

Di dawiya konferansê de nîqaş li ser yekhelwesta jinan li hemberî binpêkirinên li hundirê Sûriyeyê û misogerkirina mafên wan di destûrê de hatin kirin.

Xalên encamnameya konferansê wiha ne:

1- Banga pêkanîna konferanseke jinan a neteweyî hate kirin. Pêwîst e di konferansê de jinên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê li dora vîzyoneke hevpar bicivin û mafên wan ên destûrî yên li ser bingeha wekhevî, edalet û azadiyê bê mîsogerkirin.

2- Ji sedî 50’î mafê jinan a beşdarbûna pêvajoyên siyasî hate xwestin. Rêjeya ji sedî 20’î ya heyî ji ber rol û bandora jinan di civakê de nîşan nade, ne têrkêr hate dîtin û ji bo nûnertiya jinan rêjeyek wekhevtir hate pêşniyar kirin.

3- Hate diyar kirin ku divê destkeftiyên ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, ji bo hemû jinên Sûriyeyê veguherînin destkeftiyên hevpar.

4- Balê bikişînin ser girîngiya piştgirîdayîna hêzên parastinê yên mîna YPJ'ê ji bo ku jin bikaribin li dijî tundî û şer tê bikoşîn.

5- Her wiha, hate diyarkirin ku ji bo mafên jinan û demokrasiyê bi tevgerên jinan ên navneteweyî re hevkariyê bikin û dengê jinên li Sûriyeyê ji cîhanê re bê bihîstin.

6- Di dawiyê konferansê de, hate destnîşankirin ku têkoşîna jinan divê bi awayekî yekgirtî were organîzekirin ku civakek exlaqî û ekolojîk ava bike û ev yek jî wê ji bo hemû beşên civakê azadî û wekheviyê bîne.

7- Hate teqezkirin ku misogerkirina beşdariya siyasî ya jinan, pêşîniyareke bingehîn e.

(mh/şx)