Li Teqbayê bi boneya salvegera PYD’ê şahî hate lidarxistin

Şêniyên kantona Tebqayê bi boneya salvegera 22’yemîn a damezirandina Partiya Yekîtiya Demokratîk şahiyek li dar xistin. Şêniyan teqezî bi rol û têkoşîna PYD’ê ji bo avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê ku hemû pêkhateyan bêyî paşguhkirin hemêz bike, kirin.

20 îlon, 2025   21:13
TEBQA

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li kantona Tebqayê şahiyek bi boneya 22’yemîn a damezrandina partiyê li dar xist. 

Şahî li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi dirûşma "Bi hev re ji bo avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê" pêk hat.

Hevserokê partiyê Xerîb Heso û endamên partiyê yên kantonên Tebqa, Efrîn û Şahbayê, ligel nûnerên partiyên siyasî, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hêzên Cebhet EL Ekrad, Kombûna Jinan a Zenûbiyayê, xelkê Tebqayê û koçberên kantonên Efrîn û Şahbayê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de rêveberê Meclisa Tebqayê ya PYD’ê Mistefa El Nasir nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji şêx û rûspiyên eşîrên ereb re şandiye, xwend.

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso piştrast kir ku partî di şert û mercên dijwar de hate damezrandin û di qonaxên dijwar re derbas bûye, lê ji têkoşîna xwe ya stratejîk, bawerî girt ku tevî siyasetên dijber, bi ser ket.

Xerîb Hiso diyar kir ku nirxandina rast a rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û herêmê ji aliyê partiyê ve sedema serkeftina wê di gelek qonaxan de bû.

Hiso anî ziman ku armanca partiyê û gel ew e ku bi rûmet û azad bijîn û ew jî bi avakirina komareke demokratîk ve girêdayî ye.

Hiso diyar kir ku pêkhateyên Sûriyeyê banga demokrasiyê kir ku berhema têkoşîna gel û partiyê ye.

Xerîb Hiso teqez kir ku îsrara pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, israra çareserî û aştiya li herêmê ye.

Di dawiya axaftina xwe de, Hiso destnîşan kir ku pêvajoya heyî çarenûsî ye û mîna gava dîrokî ya ragihandina partiyê girîng e. Hiso îşaret pê kir ku pêşxistina pergala demokratîk a aştiyane û siyasî ji bo avakirina diyalogeke avaker a ku bi avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê tacîdar be, berdewam e.

Girseya di şahiyê de, xelekên govendê li ber stranên gelek komên hunerî gerandin.

(ac/şx)

ANHA