Şêxmeqsûd û Eşrefiye: Dîroka rûmetê ya 25 salan 

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê wekî şahidên zindî yên îradeya gel, cihê xwe di rûpelên dîrokê de girtin. Li hemberî hemû cure neheqî û êrişan 25 salan rûmeta xwe parastin.   

Şêxmeqsûd û Eşrefiye: Dîroka rûmetê ya 25 salan 
10 ÇILE, 2026   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêxmeqsûd û Eşrefiye 2 taxên mezin ên bajarê Helebê ne. Ji sala 2001’an ve li hemberî êriş û neheqiyan ên wekî yên salên 2004, 2025, 2026’an, bi berxwedana xwe di rêzên destpêkê yên rojeva herêmê û cîhanê de ne. Herdu tax li gel êrişên herî dawî  ku Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û komên çete yên ku Tirkiye destekê dide wana, careke bûne rojeva sereke. Bi vê minasebetê me jî xwest çîroka serhildêr a herdu taxan raxin ber çavan. 

HELEB

Heleb yek ji bajarên herî kevin ên dîrokê ye ku jiyan bi berdewamî lê heye. Wekî mozaîka netew, bawerî, çand û zimanan, her wiha wekî navendek aboriyê bi sedan salan bûyek navendek girîng.

Di nava bajar de taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, ji bo dîroka nêz xwedî taybetmendiyek cuda ne. Li gorî serjimariya sala 2010’an li herdu taxan nêzîkî 800.000 kesan jiyan dikir. Piraniya şêniyên wan Kurd in, lê pêkhateyên Ereb, Tirkmen û Ermenî jî lê hebûn. Herdu tax, piranî bi koçberiyê mezin bûn. Ji niştecihbûna bêserûber ên ji ber koçberiya ji gundan mezin bûn. Girêdayî rewşên siyasî, civakî û aborî herdu tax veguherîn kelehên berxwedan û hişmendiya siyasî yên bihêz.

Şêxmeqsûd li ser girekî stratejîk ku li ser piraniya Helebê serwer e hatiye avakirin. Lewma di salên destpêkê yên aloziya Suriyeyê de her hêzekê xwest ku vê herêmê bigire.

BERXWEDANA LI HELEBÊ: SALÊN 2001-2010’AN

Berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 2001’an destpê kir. 15’ê Sibata 2001’an, bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn (15 Sibat 1999) li taxa Şêxmeqsûd bi hezaran kes ji herêma Şeqîf ber bi Kolana 20’an ve meşiyan. Di bin desthilatdariya Baasê de cara yekem bû ku çalakiyek wiha mezin li taxê çêdibû. Endamên Îstîxbarata Hêza Hewayî û Hêzên Ewlehiya Leşkerî bi tundî êrişî gel kir û bi dehan ciwan girtin, îşkence li wan kirin.  

SERHILDANA 2004’AN

Dema ku 12’ê Adara 2004’an li bajarê Qamişlo hêzên rejîma  Baas komkujî pêk anîn û gelê herêmê dijî wê rabû serhildanê, niştecihên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bersiva banga serhildanê dan. Hêzên rejîmê jî, herdû tax dorpêç kirin û qedexeya derketina derve ferz kir ku ji hefteyekê zêdetir dom kir, heta dermanxane û navendên tenduristiyê jî nehatin vekirin.

16ê Adara 2004’an, li herêma "Sêgoşe" ya Eşrefiyê welatiyan çalakiya rûniştinê li darxistin, lê hêzên rejîmê bi guleyên rastîn êriş kirin û komkujî pêk anîn. Di êrişê de 2 ciwanên bi navê Arî Fewz Walo û Celal Îbrahîm, û jina bi navê Ferîde Ehmed hatin qetilkirin. Li ser vê yekê şêniyên taxê bi serî hilda û bi keviran bersiv da êrişkaran. Di serhildanê de fermandarekî polîsan hat kuştin û wesayîtên wan hatin şewitandin. 20’ê Adara 2004’an, bi hezaran kes li dijî dorpêçkirina taxê derketin kolanan û Newroz pîroz kirin. Hêzên rejîmê neçar man ku xwe paşve bikişînin. 26’ê Adara 2004’an, Şanoger Yekta Herkol li Qada Saadallah el-Cebîrî ya li navenda Helebê, bedena xwe da ber agir û bû sembola berxwedanê.

12’ê Adara 2005’an, çalakiyaji bo bîranîna şehîdan, careke din bû hedefa êrişên hêzên rejîmê û bi sedan kes hatin girtin.

27’ê Kanûna 2007’an, hêzên rejîmê êrîşî xwepêşandaneke li bazara Sebzeyan a li Eşrefiyê kirin û gelek ciwan girtin. Çaresûna  ciwanên bi navê Sefqan û Şukrî heta niha jî nayê zanîn.

Adara 2009’an, piştî ku hêzên rejîmê êrişî pîrozbahiyên Newrozê li Reqayê kirin, şerekî kolanan ê berfireh dest pê kir. Ev yek bû sedem ku şêniyên Helebê jî rabin serhildanê û bi şewitandin û wergerandina wesayîtên rejîmê destek dan gelê Reqayê.

SALÊN DESTPÊKÊ YÊN PÊVAJOYA ŞOREŞÊ (2011-2012)

Bi destpêka sala 2011’an re, Sûriye ket qonaxek dîrokî ya nû. Pêla bihara gelan gihîştû tevahiya aliyên welat. Her çiqasî Heleb di tevlîbûna xwepêşandanan de dereng mabe jî, Şêxmeqsûd û Eşrefiye li pêşiyê bûn. Îlona 2011’an, "Navenda Çand û Hunerê ya Demokratîk" li rojhilatê Şêxmeqsûd hate vekirin. Ev yekem saziya giştî ya Kurdî bû ku qanûna rewşa awarte bêwate kir.

Cotmeha 2011’an, hilbijartinên Meclîsên Gel hatin çêkirin. Di encamê de Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Sînem Mihemed hate damezrandin.

PARASTINA REWA

14’ê Çileya 2012’an, yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Dêrik, li bajarê Qamişlo di êrişekê de birîndar bû û ji bo dermankirinê ew birin Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê. Lê tevî hemû mudaxeleyan jî şehîd bû. Merasîma cenazeyê wî li Helebê, veguherî xwepêşandanek mezin. Lewma hêzên rejîmê xwe li hemberî wê ranegirt û komên bi navê, "Şebîhayê (milîsên alîgirên rejîmê) û Bakarî seferber kirin. 10’ê Adara 2012’an, endamên Şebîhayê endama Yekîtiya Star (navê wê piştre bû Kongreya Star) Gulê Selmo gulebaran kir. Gulê Selmo ku bi giranî birîndar bû, 13’yê Adarê şehîd bû. Piştî vê êrişê herdu tax ji komên Şebîhayê hatin paqijkirin.

Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê (Kobanê 2012) gelê herdû taxan jî sekna xwe veguherand sazumaniyê û di heman mehê de (Tîrmeha 2012’an) komên parastinê yên bi navê Lîwaya Şehîdên Eşrefiyê û Lîwaya Berxwedana Şêxmeqsûd ava kirin.  

27’ê Tîrmeha 2012’an, Yekîneyên Operasyona Tolhildana Arvan  li hemberî xalên kontrolê yên rejîmê li herêma Medînet Şebap û Çerxerêya Cendûlê çalakî pêk anîn. Di encamê de zêdetirî 20 endamên hêzên rejîma Baasê hatin kuştin.

SALÊN 2013-2016

Sala 2013’an bû saleke dijwar. Ji ber ku her du tax bi êrîşeke dualî ya ji aliyê rejîmê û komên çete re rû bi rû man. 29’ê Adara 2013’an, rejîmê êrîşeke berfireh da destpêkirin û heta 17’yê Nîsanê dom kir.

10’ê Nîsana 2013’an, hêzên hewayî yên rejîma Baas tax bombebaran kirin û 15 sivîl qetil kirin.

13’yê Nîsana 2013’an, rejîmê bi bikaranîna gaza siyanûrê, 3 sivîl kuştin, 16 kesên din jî bi jehrî ketin.

25’ê Nîsana 2013’an, kirêgirtiyên ji Lîwaya Xalid Heyanî (Lîwaya Şehîdên Bedir) êrîşeke hovane li ser kompleksa navenda ciwanan pêk anîn, gelek kes revandin û kesên sivîlan heta mirinê îşkence kirin. Li ser vê yekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersivek tund da. Di pevçûnan de fermandarek YPG’ê Zehredîn Xelîl şehîd bû.

Hezîrana 2013’an, hevpeymaniyek ji komên çekdar (Cebhet El-Nusra, Lîwa El-Tewhîd, û Ehrar El-Şam) êrîşî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê kirin, lê berxwedana bênavber a şervanan ew têk birin. Îlona 2014’an, bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê re, şervanên ji Helebê jî tevlî berxwedana Kobanê ya dîrokî bûn.  

3’ê Sibata 2015’an, yekemîn şervana jin a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Helebê, Canda Welat, di bombebarana kompleksa navenda ciwanan de şehîd bû.

2’ê Gulana 2015’an, odeya operasyonê ya bi serkêşiya Cebhet El-Nusra, ji bo dagirkirina herdu taxan  hate damezrandin, lê 28’ê Gulana 2015an, yekîneyên berxwedanê êrîşa wan têk bir û windahiyên mezin dan wan.

2016: DESTANA ŞIKANDINA DORPÊÇÊ

Dorpêçkirina taxên ŞêxMeqsûd û Eşrefiyê ya ji aliyê hêzên rejîmê ve 22’ê Îlona 2015’an dest pê kir û sala 2016’an dijwar bû. 20’ê Sibata 2016’an, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) seferberiya giştî îlan kir. 8’ê Adarê, 7 û 8’ê Nîsana 2016’an, taxa Şêxmeqsud rastî êrîşên kîmyewî yên çeteyên Ceyş El Îslam hat. Gulana 2016’an, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporek weşand û diyar kir di êrişa çeteyan de 83 sivîl ku di nava wan de 30 zarok hene, hatine qetilkirin.

7’ê Îlona 2016’an, tekane cerrahê taxê Şahed Cemiyan, di bombebaraneke xayîn de hat qetilkirin. Li hemberî êriş û dorpêçê şervanên YPG’ê operasyonên  mezin pêk anîn û ev serdema tarî di Mijdara 2016’an de bi rizgarkirina 6 taxên rojhilatê bajar (Bustan El-Başa, El-Helek, Ba'îdîn, El-Heyderiya, Şêx Xidir, û Şêx Fares) bi dawî bû.

JI HILWEŞÎNA BAAS HETA KOÇBERIYA BI ZORÊ (2024-2026)

Krîza Sûriyeyê, piştî lihevkirina hêzên navnetewî ku rejîma Baas hilweşand û bandora Îranê bidawî kir, ket ket qonaxek nû. 27’ê Mijdara 2024’an, Heyet Tehrîr El-Şam (Navê berê Cebhet El-Nusra) li dijî hêzên rejîmê yên Helebê êriş dan destpêkirin û 8’ê Kanûna 2024’an bi desteka hêzên derve, xwe gihand Şamê, rejîm hilweşiya. Di vê demê de taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rewşa xwe ya ewlehiyê parastin.

10’ê Adara 2025’an, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El-Şera peymanek îmze kir. Piştî vê peymanê, di 1’ê Nîsana 2025’an de li ser rewşa Eşrefiye û Şêxmeqsud peymanek herêmî hat îmzekirin. Di peymanê de hatibû destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) dê li her du taxan bimînin, lê QSD dê bi çekên xwe yên giran vekişe da ku pêşî li pevçûnan bigire. Li ser vê  yekê QSD’ê hêzên xwe vekişandin.

ÊRÎŞA ÇILEYA 2026’AN

Tevî îmzekirina peymanê jî, êriş û gefên li ser herdu taxan kêm nebûn. Li aliyekê dewleta Tirk gefên xwe zêdetir kirin, li aliyekê komên çete yên ku dewleta Tirk destekê dide wan, dest ji hedefgirtina herdu taxan bernedan. Di çaryeka dawî ya 2025’an de, van komên çete yên di nava hikûmeta demkî de cih girtin, lê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin, dest bi dorpêçkirina herdu taxan kirin û bi berdewamî êrîş pêk anîn.

Di destpêka sala 2026’an de, roja 6’ê Çileyê çeteyên hikûmeta demkî, bi piştgirî û rêvebirina rasterast a dewleta Tirk, bi çekên giran, tang û dronan êrîşeke berfireh li ser her du taxan dan destpêkirin. Di bombebaran de Nexweşxaneya Osman û Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecer ji xizmetê  derketin. Her wiha malên sivîlan kirin hedef. Di êrişên ku hîn jî didomin de, heta niha 25 welatî şehîd bûn, zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûne.

Komên çeteyan beriye wê jî, di Adara 2025’an de li peravên Sûriyeyê û Tîrmeha 2025’an jî li Suweydayê li dijî Elewî û Durziyan komkujî pêk anîn.

Li hemberî êriş û komkujiyan Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 9’ê Çileya 2026’an rewşa seferberiya giştî îlan kir û diyar kir ku ew ê dijî êrişan taxên xwe biparêzin. Piştî banga meclîsê ji çar aliyên Kurdistanê û cîhanê nerazîbûna li dijî êrişkaran bilind bû. Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî bi armanca destekdayîna berxwedanê, kom bi kom ketin ser rêya Helebê. 

ANHA