Pêkhateyên Tirbespiyê: Yekitî mîsogeriya avakirina Sûriyeya demokratîk e

Şêniyên Tirbespiyê diyar kirin ku yekîtiya gel misogeriya avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ye, û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) misogeriya pêkanîna hêvî û daxwazên gelê Sûriyeyê ne.

Pêkhateyên Tirbespiyê: Yekitî mîsogeriya avakirina Sûriyeya demokratîk e
10 ÇILE, 2026   03:05
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Şêniyên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê, diyar kirin ku şoreşa Sûriyeyê ji bo bidestxistina hêvî û daxwazên gelê Sûriyeyê ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet hatiye destpêkirin. Lêbelê, salek piştî hilweşîna rejîma Baasê, hikûmeta demkî heman binpêkirinên ku rejîma berê li dijî gelên xwecihî yên Sûriyeyê kiriye, dike.

Şêniyaê bi navê Ehmed Osman destnîşan kir ku welatiyên Sûriyeyê şoreşa xwe pêk anîn û 14 salan qurbanî dan da ku bi azadî û bi rûmet bijîn, lê îro hikûmeta demkî heman kiryarên rejîma berê dike, di nav de bombebarankirina bajaran û tepeserkirina kêmneteweyan.

Osman da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wan karîbû rêveberiyeke xweser ava bikin ku hemû civak mil bi mil beşdar bibin, û her wiha hêzên leşkerî ava bikin.

Osman diyar kir ku ev model divê li seranserê Sûriyeyê were pejirandin.

Şêniyê bi navê Riyad Ehmed, ji pêkhateya Ereb, diyar kir ku civakên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran salan bi hev re dijîn. Ehmed diyar kir ku bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê re, wan bi yekîtiya xwe karibûn rêveberiyeke xweser ji bo hemû pêkhateyan ava bikin.

Ehmed her wiha da zanîn ku hewldanên dagirkeriya Tirkiyeyê yên ji bo gurkirina nakokiyên mezhebî li Sûriyeyê di dawiyê de dê têk biçin.

Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî li Rojava, Hediya Şemo diyar kir ku avakirina dewleteke demokratîk divê li ser bingeha misogerkirina mafên hemû civakan be, ku ev armanca sereke ya şoreşa Sûriyeyê bû.

Hediye da zanîn ku divê hikûmeta demkî bizanibe ku siyaseta wê ya tepeserkirinê tenê Sûriyeyê ber bi şer û wêraniyeke din ve dibe.

Hediye destnîşan kir ku Hêzên QSD`ê ku li dijî çeteyan şer kirine û xwedî ezmûneke leşkerî ne, divê bibin bingeha hêzeke leşkerî ya demokratîk li seranserê Sûriyeyê.

(k)

ANHA