‘Berxwedana Bendava Tişrînê yekitiya gel nîşan da’

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku yekitiya gel sedemeke diyarker bû di parastina Bendava Tişrînê û binesaziya wê de. Şêniyan da zanîn ku ew ê destkeftiyên xwe biparêzin.

‘Berxwedana Bendava Tişrînê yekitiya gel nîşan da’
10 ÇILE, 2026   05:05
QAMIŞLO
SILAVA ABDILREHMAN

Di salvegera yekem a berxwedana li Bendava Tişrînê de, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev ezmûna girîng di dîroka herêmê de bi bîr anî. 

Şêniyê bi navê Mihemed Arif El Hemdûn ê ji pêkhateya Ereb, diyar kir ku tevlêbûna gel di berxwedana li Bendava Tişrînê de ji bo parastina binesaziyê û jiyana rojane ya şêniyan bû û ev parastina xwebexş û li ser bingeha civakê bû egera xurtkirina ewlehiyê.

El Hemdûn diyar kir ku berxwedana li Bendava Tişrînê ne bûyerek demkî bû, lê qonaxek dîrokî bû ku yekitiya civakê û hêza wê ya parastina xwe nîşan da. El Hemdûn da zanîn ku tevllêbûna gel bû  piştgiriyeke mezin ji bo hêzên ku bendavê diparêzin.

Afram Somî ê ji pêkhateya Suryan, got beşdarbûna di berxwedana li Bendava Tişrînê di çarçoveya piştgiriya gelê herêmê bo hêzên ku bendavê diparêzin de, pêk hat.

Somî destnîşan kir ku mirovên ji civakên cûda tevî zehmetiyan beşdarî parastina bendavê bûn, û diyar kir ku vê ezmûnê têgeha çarenûsa hevpar di navbera civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xurt kir, û êrişên li dijî gel bandor li biryardariya wan nekir.

Ebdulkerîm Ebdo yê ji pêkhateya Kurd got şêniyên bajêr di berxwedana li Bendava Tişrînê de qurbanî dane, û piştgiriya gel bû egereke sereke ya parastina bendavê û xurtkirina berxwedana hêzên ku wê diparêzin.

Ebdo da zanîn ku karwanên gel yên ku ber bi bendavê ve diçûn asta hevgirtina di navbera şêniyên bajar û bajarokên herêmê de nîşan dida, ku vê ezmûnê têgeha berxwedana civakê xurt kir. Ebdo destnîşan kir ku di dema berxwedanê ew bi sivikî birîndar bû û da zanîn ew ê destkeftiyên xwe biparêzin.

Ebdo da zanîn ku salvegera yekem a berxwedana li Bendava Tişrînê nîşan da ku yekitiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan kelehek çêkiriye û modelek parastina civakê û aramiyê ava kiriye. Ebdo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew alîgirên aşityê ne, lê mafê wan heye ku xwe û herêmên xwe biparêzin ger ew rastî êrişan hatin.

(k)

ANHA