Ukrayna 12 moşek û 13 dron xistine

Ukrayna ragihand ku 12 moşek û 13 balafirên bê mirov ên Rûsyayê xistine xwarê. NAVENDA NÛÇEYAN

Ukrayna 12 moşek û 13 dron xistine
22 hezîran, 2024   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Parastina Hewayî yên Ukraynayê îro daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên Rûsyayê li gelek herêman 16 moşek avêtin binesaziyên herêmê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin wê ku ji roketên hatine avêtin 12, tevî 13 dron xisitin.

Artêşa Ukraynayê jî ragihand ku bi balafireke bê mirov a bi çek 4 parzûngehên petrolê yên Rûsyayê û hin nuqteyên leşkerî kirine hedef.

Rûsya têkildarî êrişê ragihand ku kesek hatiye kuştin û li herêma Krasnodarê zerarên canî çêbûne.