Şêx Xezal bang gireva giştî li Elewiyan kir

Şêx Xezal Xezal bang li civaka Elewiyan kir ku greva giştî ya 5 rojan bikin û li malên xwe bimînin. Xezal rexne li hikûmeta veguhêz kir û ew neheqiyek mezintir û zextê li sivîlan dike.

Şêx Xezal bang gireva giştî li Elewiyan kir
6 kanûn, 2025   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyeyê û Derveyî Welêt, Şêx Xezal Xezal, bnga greva giştî ya 5 rojan, ji 8 heta 12`ê mehê, kir, û bang li Elewiyan kir ku di vê demê de li malên xwe bimînin.

Şêx Xezal diyar kir ku hikûmeta veguhêz hewl dide "salvegera guhertina rejîmek zordar bi rejîmek hîn zordartir, pîroz bike".

 Xezal destnîşan kir ku hilweşîna rejîma Esed dive bûba "hilweşîn zordariyê", lê tiştê ku bi rastî qewimî, "bi navê azadiyê hilweşîn vî welatî" bû. Her wia destnîşan kir ku zulm xirabtir bûye, dengê bindestan hatiye tepisandin,  û nebûna edaletê û dijwarbûna zordariyê bûye sedema firehbûna "îdeolojiya tarî û tekfîrî".

Şêx Xezal bang li "her kesê azad û bi rûmet ên ku baweriya wan bi azadiya rastîn heye" kir ku tev li grevê bibin, û diyar kir ku ev teger helwesteke exlaqî ye li hember zordariyê.

Xezal bang li civaka Elewiyan kir û got: "Nehêlin zulm dengên we bitepisîne, û bizanin ku her êrişek li ser yek ji me êrişek li ser me hemûyan e."

(k)