Li Efrîna dagirkirî weletiyek ji ber eşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê (M.S) ku ji Efrîna dagirkirî ye ji ber ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû eşkence kirin, jiyana xwe ji dest da.

Li Efrîna dagirkirî weletiyek ji ber eşkenceyê jiyana xwe ji dest da
6 kanûn, 2025   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyê bi nave (M.S) piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ew eşkence kirin, tendurstiya wî xerab bû û herî dawî jiyana xwe ji dest da. 

Welatiyê 40 salî ku bavê 3 zarokan e di 1 Kanûna 2024'an ji aliyê çeteyên dagikeriya Tirk ve hate revandin, û di nava nêzî 2 mehan de gelekî hate eşkence kirin.

Li gorî raporên bijîşkî ku ajansa me beriya niha bi dest xistin, (M.S) piştî ku hat berdan çûye bajarê Helebê, wê çaxê ji ber işkenceyê gelek nexweşî li gel wî hebûn nekarî tevbigere û li gorî bijîşkan damarên lingî wî ji ber eşkenceyê mirî bûn.

Li aliyekî din jî tilîkên lingên wî bi minşarê hatin jêkirin û bi qamçî eşkence lê hate kirin.

Ji ber van sedemên giritin û eşkenceyê di van mehên dawî de piskilojiya wî gelekî xerab bû heya asta ku nema kes nas dikir, nema dikarî biaxive, ji dema ku serbest hate berdan diêşiya hate ku jiyana xwe ji dest da.

 (ac)

ANHA