El Şeri: Hewildana Îsraîlê yên herêmeke bê çek dê welat têxe rewşek xeternak

El Şeri hewldanên Îsraîlê yên ji bo avakirina herêmeke bê çek li başûrê Sûriyeyê wekî gefek li ser aramiya welat bi nav kir, her wiha hişyarî da ku her binpêkirina Peymana Vekişîna Hêzan a 1974'an dikare rê li ber pêşketinên pir xeternak veke.

El Şeri: Hewildana Îsraîlê yên herêmeke bê çek dê welat têxe rewşek xeternak
6 kanûn, 2025   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri diyar kir ku hewildana Îsraîl ya avakirina herêmeke bê çek li başûrê Sûiyeyê wê welat bixe "cihekî xeternak.

El Şeri di beşdarbûna xwe ya di panêla El Dewiha de anî ziman ku Sûriyeyê israr kir ku rêz li peymana 1974'an bigire, ev peyman ji 50 salan ve zêdetir li ser piyan e û serketî bû. lihevkirinên wekî herêmek bê çek wê herêmê têxe bin rewşeke xeternak.

Her wiha El Şeri eşkere kir ku niha danûstandin di navbera wan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hene, her wiha destnîşan kir ku ji bo çareserkirina fikarên ewlehiyê yên rewa, piştgiriya navneteweyî heye."

(ac)

ANHA