Li zanîngeheke Humsê bi sedan xwendekar ji ezmûnan hatin dûrxistin

Xwendekarên Zanîngeha El Hewaş a Taybet ya li Humsê li hember biryara dûrxistina wan ji ezmûnan, nerazîbûna xwe anî ziman. Xwendekaran rêveberiya zanîngehê bi "keyfî û nebûna zelaliyê" tawanbar kir.

Li zanîngeheke Humsê bi sedan xwendekar ji ezmûnan hatin dûrxistin
21 gulan, 2026   07:30
HUMS

Li Zanîngeha El Hewaş a Taybet a parêzgeha Humsê, biryarên îdarî ku rêya ezmûnan li ber bi sedan xwendekaran girtiye hatin dayîn. Piştî van biryaran rewşeke aloz di nava xwendekaran de derket. 

Rêveberiya Zanîngehê diyar kir ku xwendekar "ji ber neçûn dersan" ji pêşkêşkirina ezmûnan hatine dûrxistin. Lê xwendekar rêveberiya zanîngehê bi "keyfî û nebûna zelaliyê di sepandina rêziknameyên zanîngehê de" tawanbar dikin.

Li gorî gilî û gazindên ku ji hêla xwendekaran ve li ser platformên medyaya civakî hatine weşandin, zêdetirî 500 xwendekar ji pêşkêşkirina ezmûnê dawîn hatine dûrxistin. Tê gotin ku  hejmar li hin fakulteyan, bi taybetî fakulteyên Diransazî û Kozmetolojiyê ji 750 xwendekaran derbas kiriye. Her wiha tê diyarkirin ku gelek xwendekarên beşdarî dersan bûye ji ezmûnan hatin dûrxistin.

Dûrxistina bi sedan xwendekaran ji ezmûnên xwe yên dawîn li Zanîngeha El Hawaş li Humsê bû sdema nerazîbûn û xwepêşandanan.

XWEPÊŞANDAN Û ÇALAKIYÊN RÛNIŞTINÊ

Çalakvan û xwendekaran vîdyo û bangewaziyên ku hêrsa di nav zanîngehê de nîşan dide belav kirin. Xwendekarekî got: "Soz hebûn ku ev biryar were betalkirin, lê xwendekar ji holan tên qewitandin. Em ji zilmê westiyan. Ji bona xwedê bila dengê me were ragihandin."

ŞAŞIYÊN QANÛNÎ Û ÎDARÎ

Xwendekaran bal kişandin ser "nakokiyên eşkere" di lîsteya navên kesên hatine dûrxistinê de û diyar kirin ku hin navên di lîsteyan de yên xwendekarên xwedî rêjeyên beşdarbûnê yên bêkêmasî an pir bilind in, di heman demê de navên xwendekarên ku navên ji bo ezmûnan qeyd nekirine jî hene. Wekî din, li gorî giliyên wan, di lîsteyan de navên xwendekarên ku berê ji zanîngehê derçûne jî hene.

NAMEYA FERMÎ JI WEZARETA XWENDINA BILIND RE

Nêzîkî 600 xwendekaran gilînameyk pêşkêşî Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyeyê kirin û daxwaz kirin ku lîsteyên dûrxisinê bi awayekî zelal werin nirxandin û heta ku biryara dawî li ser îtîrazên wan were dayîn, destûr bê dayîn ku ew ezmûnên xwe bidin.

Di gilînameya xwe de, xwendekaran ji Wezareta Xwendina Bilind xwestin ku tavilê mudaxele bike da ku pêkanîna biryara dûrxistina ji ezmûnan rawestîne û nirxandinek zelal li ser lîsteyan bike.

xwendekaran her wiha daxwaz kir ku di dema ku mijar tê lêkolînkirin, destûr bê dayîn ku xwendekar ezmûnên xwe bidin, da ku sala wan a xwendinê ji dest neçe.

Heta niha, ne rêveberiya zanîngehê û ne jî Wezareta Xwendina Bilind bersiveke fermî nedaye daxwazên xwendekaran.

(k)

ANHA