Şêx Murşid El Xeznewî li Qamişloyê semînerek da

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî li dar ˊnetewe û olˊ semînerek da û got pêwîst e gelê Kurd di oxira doza xwe de hevgirtî be û tê bikoşe.

Şêx Murşid El Xeznewî li Qamişloyê semînerek da
Şêx Murşid El Xeznewî li Qamişloyê semînerek da
Şêx Murşid El Xeznewî li Qamişloyê semînerek da
Şêx Murşid El Xeznewî li Qamişloyê semînerek da
Şêx Murşid El Xeznewî li Qamişloyê semînerek da
Şêx Murşid El Xeznewî li Qamişloyê semînerek da
Şêx Murşid El Xeznewî li Qamişloyê semînerek da
20 sibat, 2024   20:43
QAMIŞLO

Li hola Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi sernavê ˊNetewe û Olˊ semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de xelkê bajêr, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û endamên Kongreya Îslama Demokratîk beşdar bûn.

Beşdaran bi xêrhatina şêx Murşid Maşûq El Xeznewî kir û got: "Tu bi xêr hatî welatê xwe."

El Xeznewî bal kişand ser fedakariyên şehîdan di Şoreşa 19ˊê Tîrmehê de ku bû sedema ewlehî û îstîqrarê û got: "Bi saya fedakariya hezaran keç û xortên gelê me, em îro vegerîn welatê xwe û ev çalakî li vî cihî hat lidarxistin. Ji ber ku ev cih berî şoreşê li me û gelê me heram bû. Desthilatê tenê ji bo zulm û siyasetan bi kar dianî."

Li ser rastiya îslam û olan El Xeznewî wiha domand: "Peyama îslam û hemû olan aştî û lêborîn e, lê li vir em li beramber pirsgirêka pêkanînê ne. Ev sedema sereke ye ku îro ol ji bo berjewendiyên takakesî û plananan tê bikaranîn."

El Xeznewî diyar kir ku hemû desthilatan ji Umewiyan, Ebasiyan heta bi Osmanî û Sefewiyan ol bi kar anîn. Bo nimûne di mizgeftên Tirkiyeyê de ji bo dagirkirina Efrînê û zora li dijî welatiyan ayinên quranê dihatin xwendin.

El Xeznewî anî ziman ku divê şêx û îmam rola xwe di belavkirina îsala rast de li kêlek doza Kurdî bilîzin.

Piştî 18 salan anku piştî qetilkirina bavê wî ji hêla saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê, şêx û Dr. Murşid Maşûq El Xeznewî gihaşt Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

(fr)

ANHA